Endama Desteya KJAR'ê Ruken Nexede: Jin Jiyan Azadî bû zimanê hevpar ê têkoşînê DOSYA
Endama Desteya KJAR'ê Ruken Nexedeyê diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li seranserê cîhanê belav bûye û bûye bingeha têkoşîneke hevpar ku jin û civakê li hev tîne û wiha got: "Ew naxwazin kes bibine ka çi li hundir diqewime. Ew hemû rojevê ber bi şer ve dikişînin. Divê rojev, li şûna vê, di serî de li ser guhertina ku armanca wê azadiya gel, jin û civakê ye, hûr bibe."
Endama Kongreya Azadiyê ya Îranê Azam Bahramî: Tevgera 'jin, jiyan, azadî' hê zindî ye DOSYA
Ji Kongreya Azadiyê ya Îranê Azam Bahramî diyar kir ku protestoyên "Jin jiyan azadî" rê li ber veguherîna normên civakî vekiriye û got: "Tevgera ku tê fikirşn di bin xweliyê de ye, hê jî zindî ye. Ev dirûşme veguherî para hevpar a daxwazên giştî."
Akademîsyenê ji wezîfeyê hat girtin: Ne pêkan e ku mirov azadiya xeyalkirî bi civakê bide jibîrkirin DOSYA
Akademîsyen Behrooz Chamanara-Mohammadian ku piştî beşdarbûna di xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" de ji karê xwe hatibû dûrxistin, got: "Neçarhiştina civakekê ku wê azadiya carekê xeyal kiriye ji bîr bike, dijwartir e."
Rengên berxwedanê: Min nedikarî bêdeng bimînim DOSYA
Soda Javan a ku şahidiya xwe ya di çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de xêz dike, bi portreyên ku çêdike re hewl dide ku qetilkirina jinan û neheqiya li Îranê bide bihîstin.
Şahidiya li çalakiyên 'Jin Jiyan Azadî'yê: Piştî 1979'an bûyera herî mayinde DOSYA
Rojnamevan Hîva Zarî, behsa çavdêriyên xwe yên der barê xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" kir û got: "Ev bûyer, bi taybetî di nava Kurdan de, wekî diyardeya civakî ya herî mayinde ya piştî şoreşa sala 1979'an ketiye dîrokê. Di nava çar salan de, jinan di jiyana civakî de qadên nû bi dest xistine."
Biryardariya têkoşînê ya ku bi dirûşmekê belav bû DOSYA
Li ser qetilkirina Jina Emînî ya li Tehranê û geşbûna çalakiyan re 4 sal derbas bû. Rexmî hemû qetliamên rejimê jî, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku ji Rojhilat dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû, veguherî dirûşma têkoşîna jinan.
Li Sûriyeyê rewşa dawî ya pêvajoya entegrasyon û veguherînê
Li Sûriyeyê di çarçoveya entegrasyonê de gavên dawî tên avêtin. Tasfiyekirina OSO'yê ku di provakasyona Serêkaniyê de hebû didome û ligel vê gavên ji partiyeke siyasî tên avêtin ku dê xîtabî tevahiya gelan bike
Lîstikên 'kone' ên asimîlasyona çandî li Cizîrê: Erîk Dali, Huriyem
Guherîna ku di dawetên Cizîrê de pêk tê balê dikişîne; di dawetên ku ji kolanan derbasî hêwanan bûne de li şûna def û zirneyê de enstrumanên cuda cîh digirin. Di dawiya hin dawetan de lîstina stranên wek "Erîk Dali" û "Huriyem" hema hema dibe mîna pêwîstiyek.
Faîk Bulut: Ji bo Kurdan a jêneveger statu ye
Nivîskar Faîk Bulut anî ziman ku li Rojhilata Navîn çarenûsa Kurdan baştir xuya bû û got: "Xurtkirina zemîna aştiyê, bi dîplomasiya navneteweyî ve pêkan e û ji bo Kurdan a jêneveger satatu ye."
Ji Zubeyîr Aydar ji bo desthilatê: Pêvajo bi tevdîrên demkî û bi daxwazan bi rêve naçe HEVPEYVÎN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar daxuyaniya Devlet Bahçelî ya ku di bin 7 sernavan de dabû, nirxand û got: “Daxwaza me ew e ku aliyê li pêşberî me, bêyî ku bikeve pey bendewariyên cuda yên siyasî, li gorî rastiyên welat tevbigere. Ji bo vê jî divê mirov ji statuya Serok Apo dest pê bike.”
Bahar Ewrîn: Dîroka jinê ya serûbinbûyî tenê bi Jineolojiyê dikare veguhere DOSYA 7
Bahar Ewrîn a ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilat, diyar kir ku pîvanên herî girîng ên îdeolojiya rizgariya jinê etîk û estetîk in û got: "Ji bo şoreşê divê em xwedî hişmendiya dîrokî bin. Ji ber ku dîroka jinê hatiye serûbinkirin, ev veguhertin tenê bi Jineolojiyê pêkan e."
Çîmen Ciwanroyî: Hevpeymaniya Rojhilat ji bo gelê ku 47 sal in êşkêş e deynê wefayê ye DOSYA 4
Çîmen Ciwanroyî ya ji Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê got: "Hevpeymaniya ku ji aliyê rêxistinên li rojhilatê Kurdistanê ve hatî avakirin deynê wefayê ye bo gelê ku rejimê 47 sal in êş û azar dane wan."
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan: Agirbesta DYA-Îranê amadekariya şerekî nû ye DOSYA 3
Endamê Fermandariya YRK'ê Şoreş Alan diyar kir ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de "amadekariya şerekî nû ye" û got: "Bêyî Kurdan nikarin Îraneke nû ava bikin."
‘Ziman bîra mirov e û jibîrkirina ziman jibîrkirina her tiştekî ye’ DOSYA 4
Muzîkjen Zeynep Kiliç ku bi klaman Kirmanckî hînî zarokan dike, got: "Ziman, bîra mirov e. Jibîrkirina vê bîrê jibîrkirina her tiştekî ye." Hunermend Mûsa Bakî jî got "Em xwe di zimanê xwe de dibînin" bang li dayik û bavan kir.
Hevseroka PJAK’ê: Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin DOSYA 2
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan ku geşedanên li Îranê ji MA’yê re nirxand, anî ziman ku dibe li Îranê guherînên mezin çêbibin û got: "Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin. Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne.”