Li Endonezyayê hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 51'ê
- Cîhan
- |
- 16 Tebax 2026 09:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezyayê di erdheja ku duh bi pileya 7.7 pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 51'ê û her wiha hezar û 300 avahî jî xisar dîtin.
Li parêzgeha Nusa Tenggara ya Endozneyayê duh bi pileya 7.7 erdhej çêbû. Piştî erdhejê xebatên lêgerînê yên hatin destpêkirin didomin. Li gor daxuyaniyên hatine dayîn, heya niha 5 hezar kes ji herêmê hatine tehliyekirin.
Hat ragihandin ku di erdhehê de heya niha 51 kesan jiyana xwe ji dest dane, 36 jê giran 77 kes jî birîndar bûne.