Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye 2025-05-04 14:00:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Aşkera bû ku Selçûk Tengîoglû yê ku êrîşî Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel kir, di sala 2004'an de 2 zarokên xwe kuştiye. Serokê CHP’ê Ozgur Ozel piştî beşdarî merasîma cenazeyê endamê Heyeta Îmrali ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder bû, rastî êrîşê hat. Derket holê ku êrîşkar Selçûk Tengîoglû ye û di sala 2004'an de li Îskenderûnê zarokên xwe Bariş û Mûtlû kuştiye.   Her wiha di sîcîla Tengîoglû gelek sûc hene.