Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman 2025-05-12 13:32:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyê got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk êdî tu hincet neman.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî daxuyaniya PKK’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, got: “Kongre ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk tu hincet neman.  Hêvîdarin ev pêvajo bi aştiyê t tacîdar bibe.”