Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin 2025-05-14 09:50:15 ENQERE - Wekîlê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen têkildarî biryarên kongreya PKK’ê axivî û got ku divê pêvajo li Meclisê bê pêşxistin û hemû partî jê re alîkar bin.     Parlamenterê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen têkildarî peyamên ji 12’emîn Kongreya PKK’ê derketin û rola Meclisê ya di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî. Ekmen, diyar ir ku pêşiya pêvajoya çareseriyê ya di serdema Turgut Ozal de hatibû girtin û got: “Ji sala 1993’yan heta niha nêzî 13 caran hewldanên wiha çêbûn lê bi tu awayî encamek jê nehate girtin. Divê ev hafize baş were bikaranîn.”    Ekmen, diyar ikr ku serdema nû dê bi du awayan bidome û got: “Ya yekemîn teslîmkirina çekan û bilezûbez zelalkirina statuya hiqûqî ya PKK’iyan e. Qonaxa duyemîn jî Meclis e. Ji roja destpêkê heta niha hem birêz Bahçelî, hem birêz Erdogan hem jî Îmrali girîngiyeke mezin dide pêvajoyê. Lê heta niha jî Meclisê tu gav neavêtiye. Mîna Şandeya Îmraliyê û DEM Partiyê, divê dewlet û îktîdar jî partiyên siyasî agahdar bikin. Divê Meclis sê gavên şênber biavêje. Ya yekemîn divê serokê Meclisê banga civînê bike, hevdîtineke giştî bide destpêkirin û pozîsyona hemû partiyên siyasî bi awayekî fermî tomar bike. Ya duyemîn divê bi serokatiya Kurtulmuş, komîsyoneke şopandinê ya ji nûnerên payebilind ên partiyan pêk tê bê avakirin. Ev komîsyon divê hem pêvajoya fesixkirina PKK’ê hem jî sererastkirinên di qanûnan de binirxîne. Ya sêyemîn jî divê sererastkirinên têkildarî reforman ku ji hêla îktîdarê ve tên kirin, sewqî Meclisê bên kirin.”    'NÎQAŞEKE HEVPAR A LI SER ZEMÎNA DESTÛRA BINGEHÎN’    Bi domdarî Ekmen bi bîr xist ku nûnerên îktîdarê di vê pêvajoyê de gelek reform aşkera kiriye û wiha pê de çû: “Birêz Erdogan û Bahçelî têkildarî reformên destûra bingehîn gelek daxuyanî dan. Di demên dawî de jî Omer Çelîk, Efkan Ala, Mehmet Uçum û yên mîna wan gelek bang kirin. Divê ev daxuyanî veguherin metnekê. Anku divê metneke esasî hebe ku em bikarin temam bikin an jî xeletiyên wê vebêjin. Ji bo pêvajoya fesixkirinê bi serkeftî temam bibe, li dijî provakasyonên hundir û derveyî welat divê pêvajoyeke baş û bibiryar were şopandin. Ji bo vê jî divê Meclis têkeve dewrê.”    PIŞTGIRIYA JI BO PÊVAJOYÊ   Ekmen, bi lêv kir ku serkeftina pêvajoyê tenê bi lihevkirina berfireh a civakî û siyasî pêkan e û wiha got: “Ji roja ewil heta niha muxalefetê piştgirî da pêvajoyê. CHP’ê tevî lêpirsînên der heqê wan de jî piştgiriya xwe didomîne. Ji Partiya DEVA’yê heta Saadet, Gelecek, Yenîden Refah û HUDAPAR’ê, gelek partiyên din li Meclisê bi aşkerayî piştgirî dan. Ji bo ev piştgirî watedar bibe, divê îktîdar mekanîzmayên berfireh û piranîparêz bixe meriyetê.”    'MUXALEFET DÊ SÛDEWER BE’   Ekmen, axaftina xwe wiha qedand: “Heke îktîdar mîna her carê qanûn an jî destûreke bingehîn bêyî ku bihêle tu kes destê xwe nêz bike bîne Meclisê, wê demê dê muxalefet çawa sûdewer be? Li şûna vê, divê îktîdar pêşniyarqanûna xwe amade bike, hevdîtinan bike û pêvajoya nîqaşê ya li ser zemîna Meclisê bide destpêkirin. Divê teklîfên tên pêşniyarkirin ne metnên nîhaî bin. Heke bibêjin; ‘fermo, em li ser nîqaşê bikin.’ Wê demê muxalefet gelek sûdewer be.”    MA / Firat Can Aslan