DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç 2025-05-14 14:02:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bersiv da gotinên Wezîrê Dadê yên têkildarî “Mafê hêviyê” û got: “Uslûbê we ji zimanê çêker ê di vê pêvajoyê de hewcehiya me pê heye dûr e. Mixabin bandorekê jehrîkirinê dike. Pêdiviya me bi hiqûqê û lihevkirineke demokratîk heye.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê bersiv da daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a têkildarî “Mafê hêviyê.” Wezîr Tunç, ji bo pirsa rojnamegeran a têkildarî “Mafê hêviyê” got: “Ne rewş ne jî hevdîtineke wiha heye.”    Ayşegul Doganê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Birêz wezîr, uslûbê we ji zimanê çêker ê di vê pêvajoyê de hewcehiya me pê heye dûr e. Mixabin bandoreke jehrîkirinê dike. Weke civak bendewariya me ew e ku hûn erka xwe ji bo cîbicîkirina edaletê bi kar bînin. Hewcehiya me ne bi polemîkê, bi hiqûq û lihevkirina demokratîk heye.”