Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin 2025-05-14 15:49:03 SEMSÛR - Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê kolanekê guherand û kir Sirri Sureyya Onder.    Şaredariya bajarokê Bulam a Semsûrê navê kolanekê guherand û navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Wekhevî û Demokrasiyê ya Partiya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li kolanê kir. Di 7’ê Gulana 2025’ê de, şaredariya ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, bi biryareke yekdengî navê kolana ku weke "Kolana Şaredariyê" tê zanîn guherand û bû "Kolana Sirri Sureyya Onder."