Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin 2025-05-15 12:16:05   AMED - Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç, diyar kir ku biryarên PKK’ê biryarên dîrokî ne û got: “Divê zemîneke ku Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê bike ku aştî xurtir bibe.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku xebatên xwe bi dawî kiriye.    Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan a “Piştevaniya bo Komara Demokratîk û inyeta baş” ya 22’yê Îlona 1999’an de di 1’ê Cotmeha 1999’an de hatibû Tirkiyeyê, têkildarî biryarên kongreyê axivî.  Tunç ku tevî 7 hevalên xwe hatibû navçeya Şemzînan a Colemêrgê û di 2’yê Cotmeha 1999’an de hate girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Tunç, ji roja hatiye Tirkiyeyê heta niha jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di qada siyaseta demokratîk de dixebite.    TIŞTÊN DI 1999’AN DE HATINE JIYÎN     Tunç, da zanîn ku dema hatin Tirkiyeyê jî pêvajoyeke ji provakasyonan re vekirî hebû û got: “Ew serdem, serdemeke zehmet bû. Bi nameya çar endamên Konseya Serokatiyê em hatin. Hatina me weke ‘teslîmbûnê’ nîşan didan. Ji berê ve hatibû hesabkirin ku dê wisa bibêjin. Lê armanca esasî ji bo xebatên aştiyane û pêkvejiyana gelên Tirk-Kurd bû. Wê demê li dijî gelên Kurd û Tirk komployeke navneteweyî dihat amadekirin û birêz Ocalan jî hewl dide vala derxîne. Lewma gavekî wiha avêt. Di 29’ê Cotmeha 1999’an de jî komeke hevalên me yên Ewropayê hatibûn. Di encama darizandinên li DGM’an di navbera 15 û 22,5 sal ceza dan hin hevalên me. Piştre tehliye bûn.”    ‘OCALAN HER TIM J BO AŞTIYÊ HEWL DA’   Tunç, diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim tenê li ser aştî û xwişk-biratiyê fikirî û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiya li vê xakê pir têkoşiya. Digot ‘Ez muxatab nabînim.’ Lê bi tu awayî nedît. Her tim çareseriyeke aştiyane esas girt. Lê derfet jê re nehatin avakirin û li ser bingehê înkar û îmhayê nêz bûn. Li Girava Îmraliyê pêvajoyeke nû hate destpêkirin. Ya di çarçoveya pergala demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de. Ev pergal ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê ye, ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo vê gelek hewl da. Armanca birêz Ocalan, aştî bû. Li gorî tespîta ‘têkoşîna aştiyê ji şer zehmettir e’ tevgeriya. Navê koma me jî ‘Koma Aştî û Demokrasiyê’ bû. Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê re kûrkirina têkoşînê esas girt.”    ‘BERPIRSYARTIYÊN HER KESÎ HENE’   Tunç, got ku PKK ji her alî ve bi Abdullah Ocalan re dilsoz e û wiha pê de çû: “Kadroyên pêşeng ên PKK’ê li her gotina birêz Ocalan guhdarî dikin. Agirbest jî di vê çarçoveyê de hate ragihanidn. Di 5-7’ê Gulanê de jî kongre kirin. Li vir tişta girîng ev e; gaveke dîrokî ya hatiye avêtin heye. Divê her kes vê gavê silav bike. Ji ber ku ji bo pêşxistina aştiyê divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Erk û berpirsyartiyên dewletê jî hene û divê pêk bîne.”    DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’Ê    Tunç, got ku divê Destûra Bingehîn a 1921’ê bê nûkirin û ev nirxandin kir: “Di vê qanûnê de xala ‘Welat, welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e. Kurd, hêmayên sereke yên komarê ne.’ heye. Divê her kes di vê pêvajoyê de zimanê aştiyê bi kar bîne. Rantxwirên şer her tim vî zimanî bi kar tînin. Lê bi taybet jî muxatab divê di vê mijarê de hesas bin. Ziman girîng e. Ya girîng, parastina ruhê aştiyê ye.”    ‘ÎNKARKIRIN DÊ ZIRARÊ BIDE PÊVAJOYÊ’   Tunç, bal kişand ser Destûra Bingehîn a 1924’an ku PKK’ê bal kişandibû ser û got: “Di vê destûrê de hebûna gelê Kurd bi temamî hate redkirin. Lewma hewceye her kes di vê mijarê de destê xwe deyne bin kevir. Birêz Ocalan dê ji bo aştiyê hemû rêyên çareseriyê bi kar bîne. Sekna birêz Ocalan zelal e. Divê dewlet di vê mijarê de xwedî seknekî rast be. Her çend daxuyanî erênî bin jî hinek jî gelê Kurd diêşinînin. Divê rast nêz bibin.”    ‘DIVÊ MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN’   Tunç, anî ziman ku divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi temamî bê rakirin û wiha pê de çû: “Divê zemîneke ku birêz Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê pêşiya aştiyê jî veke û mayinde bike. Hewceye pêvajoya qanûnî were temamkirin. Ji bo her tişt pratîk bibe divê statûyeke makezagonî derkeve holê. Di vê mijarê de divê ziman, çand û mafên Kurdan bên misogerkirin. Çend gavên di vê mijarê dê ji bo her kesî baş bibe.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E’   Tunç, daxuyand ku di serî de muxalefet divê her kes rast nêzî pêvajoyê bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Navnîşana çareseriyê, meclis e. Di Destûra Bingehîn a 1924’an de hebûna Kurdan hate redkirin lê hewceye di vê salê de Meclis hebûna Kurdan qebûl bike. Ruhê aştiyê, bi qebûlkirina hebûna hemû gelan dibe. Hewceye dewlet û hikûmet di mijdara destûra bingehîn de gavan biavêje. Divê mafên Kurdan xwedî statuyeke makezagonî bin. Nexwe dê kêm bimînin. Niha fikarên gel hene. Dê van gumana çawa ji holê rakin? Bi gavên pratîkî ve. Bi guherînên hiqûqî re.”    MA / Mujdat Can