Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû 2025-05-16 10:02:05   RIHA -  Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn li navenda îşkencexaneyê ya Rihayê nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, got: “Altûn, pir baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû.”    Di danezana 12’emîn Kongreya PKK’ê de hate ragihandin ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. Riza Altûn ku di kongreyê de weke sembola “Rêhevaltiya Azadiyê” hate pênasekirin, di 22 saliya xwe de rastiya Kurdistanê nas kir û di dawiya sala 1976’an de derbasî Dîlokê bû û dest bi birêxistinê kir. Riza Altûn, di berxwedanên li Curnê Reş û Sêweregê de cih girt û di sala 1978’an de li Curnê Reş hate binçavkirin. Salekê li Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîbê ya Keça ya li navenda Rihayê ku weke navenda îşkencexaneyê dihat bikaranîn, hate ragirtin. Piştre jî 5 salan di Girtîgeha Amedê de ma.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Mahmût Manas (70) ku li navenda îşkencexaneyê Riza Altûn nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, Altûn vegot.    Manas, da zanîn ku dew di sala 1979’an de li Serêkaniyê hate binçavkirin û piştre anîn navenda binçavkirinê ya Rihayê. Manas, got: “Min Riza Altûn li wir nas kir. Ew jî salek beriya min anîbûn vê derê û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Tevî vê jî bi berxwedêrî û helwesta xwe moral dida. Her tim ji me re digot ‘xwe li ser pêyan bigirin.’ Em 15 rojan bi hev re di bin çavan de man. Piştre jî em birin qereqoleke li devera Devegeçîdiyê ya Amedê. Em hefteyekê li wir bi hev re man. Ji bo ku beriya me derxînin dadgehê şopên îşkenceyê nemînin, em hefteyekê li wir hatin ragirtin. Hefteyek piştre jî em hatin girtin.”    Bi domdarî Manas, diyar kir ku piştî biryara girtinê tevî Altûn li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê hatine ragirtin û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de hîn bûm ku navê wî yê kod Şîrket e û me her tim jê re digot Şîrket. Ez bûm şahid ku fermandarekî pir mezin e. Mamosteyekî pir mezin bû û pir baş hîn dikir. Pir baş birêxistin dikir. Ji roja ewil a girtîgehê heta dawiyê birêxistin dikir. Nêzî salekê em bi hev re di heman qawîşê de man.”   BÎRANÎNA BERXWEDANÊ   Manas, ji dehan berxwedanên Riza Altûn li girtîgehê birêxistin kiribû yek jê wiha vegot: “Îdareya girtîgehê ji bo îşkenceyê li Alî Erek ê li qawîşa me bike, xwestin wî ji qawîşê derxînin. Riza Altûn got ku ew ê wî hevalî nedin û li ber xwe bidin. Xwest ku em tevek bi destên hev bigirin, vî hevalî bixin navbera xwe û ji bo nedin li ber xwe bidin. Me jî bi destên hev girt û îdare neçar ma ku derkeve. Hevalê Riza jî got; ‘Heke inyeta van nebaş be ev ê dê gazê biavêjin me. Werin çiqas xawlî û rûlihêf hebin teveka şil bikin û bînin. Û ji min re çoyekî jî bînin.’ Me jî çoyê firçeyî anî. Heval Riza jî bizmarek tê de bir û benîştê di destê leşkeran de ji destê wan derxist. Benîşt, xist kunên qifleyê û tê de şidand. Îdareyê bi gazê êriş kir. Li ser gotina hevalê Riza me jî ranzayên xwe dan ber pişta derî. Ji ber ku benîşt di kunên qifleyê de bû, nekarîn derî vekin. Derî bi spîralan birîn lê ev demekî dirêj ajot. Heta wê demê rageşî hinek kêm bû. Ketin hundir lê me dora Alî Erek girt û me neda wan. Îdare, beyî ku Alî Erek bibe ji wir çû. Lê ji ber gaza avêtin hundirê qawîşê, mirovî nedikariya li hundir bisekine. Bi amirê ewlekariya hundir re hevdîtin hate kirin û amir jî got ‘dixwazim heqekî bidim we lê dema ez didim hûn careke din nadin.’ Lê ji ber ku ji berxwedanê jî bibandor bûbû, got ku heta bêhna gazê diçe dikarin li hewşê bimînin. Em jî heta havîn qediyayî li hewşê man.”   ‘DI KOMUNÊ DE BIEDALET BÛ’    Manas, got ku piştî Derbeya Leşkerî ya 1980’ê, li dijî zexta cilên yektîp grevên birçîbûnê yên mezin hatin lidarxistin û piştî vê çalakiyê qawîşa wan hate belavkirin. Manas, axaftina xwe wiha qedand: “Piştre min hevalê Riza qet nedît. 10 rojan di greva birçîbûnê ya dorveger de mam lewma 6 mehan di hucreyê de hatim ragirtin. Bi Mûstafa Karasu re di heman hucreyê de mam. Esat Oktay got; ‘Ez ê we tevan teslîm bigirim, zeafa her kesekî heye.’ Her tiştek kir lê negihişt armanca xwe. Piştî 6 mehan em derbasî qawîşê bûn lê bi hevalê Riza re li heman qawîşê nebûm. Li cem wî cihêkarî tune bû. Di komunê de edalet hebû. Heta dema cigareyek jî dida wekhevî hev belav dikir. Her tişt hevpar bû û yek ji kesên ev pêk di anî jî hevalê Riza bû. Kesayetekî dilnizm û demokratîk bû. Li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Serê tevahiya gelê Kurd sax be.”    MA / Emrullah Acar