Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin 2025-05-17 09:33:18 COLEMÊRG – Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Weke kesên hatine hilbijartin, em ê heta dawiyê bi rêyên demokratîk û rewa parastina mafên xwe bikin." Di 3 'ê Hezîrana 2024'an de, ji ber beşdariya li çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûm, 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevşaredar Viyan Tekçe hat birîn. Di rûniştina biryarê ya 7'ê Gulanê de, sedemên ku ji bo cezayê wek; 'binpêkirina yasaya civîn û xwepêşandanan' û her wiha bi dirûşma 'qeyûmê diz' tawanbariyên 'bi aşkereyî heqaret li karmendê gelemperiyê kirine' hatin destnîşankirin.    Viyan Tekçe ku nerazîbûn nîşanî biryarê da, doz weke ‘asayîkirina polîtîkayên qeyûm’ pênase kir û wiha got: "Waliyê ku weke qeyûm hat tayînkirin, ji ber îfadeya 'qeyûmê diz' giliyê me kir û lêpirsîn da destpêkirin. Me belge kir ku ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP'ê ji aliyê Şaredariya Colemêrgê ve bi rêveberiya qeyyûm bi milyonan lîre hatiye xerckirin. Me di her firsendê de nêzîkatiyên şaş ên qeyûman raxistin pêş çavan. Bi taybetî tayînkirina qeyûman li şaredariyên DEM Partiyê, dijminatiya li jinê jî radixe pêş çavan.”   'EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN'    Viyan Tekçe destnîşan kir ku hikûmet bi rêya rêveberiyên herêmî ziman, çand û nasnameya gelê Kurd ji nedîtî ve tê û wiha dewam kir: "Bi polîtîkayên qeyûm re hewl tê dayîn gelê Kurd bê asîmîlekirin. Encam çi dibe bila bibe, têkoşîna me ya li dijî înkar û asîmîlasyonê wê bidome. Ev doz hewldana çavtirsandinê ye. Vê yekê weke şêweyê tepisandinê dibînin. Di dawiya dawî de weke hevşaredarekî hilbijartî bêguman ez ê li wir bim. Dema ji bo îfadeyê bang li min hat kirin, bi pirsa 'tu çima li wir bûyî?' re rû bi rû mam. Gelê Colemêrg, ji ber ku li dijî vîna wan qeyûm hat tayînkirin, ji bo mafê xwe yê protestoyî bi kar bîne li kolanan bû. Li gorî rewşê, divê ez jî li wir bim. Divê hevşaredarên şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin ji nû ve bên peywirdarkirin. Weke kesên hatine hilbijartin, em ê heta asta herî bilind bi rêyên demokratîk û rewa parastina mafên xwe bikin."   ÇI BÛBÛ?   Li Colemêrgê di hilbijartinên 31’ê Adarê de namzetên DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe bi bengê gel hatin hilbijartin û bûn hevşaredarên Colemêrgê. Lê bi biryara Wezareta Karê Hundir di 3’ê Hezîranê de qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin, hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û girtin. Li bajar li hemberî qeyûm çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarnxistin. Bi hinceta beşdarî çalakiyan bûye der barê hevşaredar Viyan Tekçe de bi îdiaya 'binpêkirina yasaya civîn û xwepêşandanan' û her wiha bi dirûşma 'qeyûmê diz' tawanbariyên 'bi aşkereyî heqaret li karmendê gelemperiyê kirine' doz hat vekirin.