Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan 2025-05-18 16:04:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber bahozên li eyaletên Kentucky û Missouri yên DYA’yê, herî kêm 21 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.    Li eyaletên Kentuckc û Missouri yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bager rabûn. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Ji Walîtiya Kentucky Andy Beshear ragihand ku ji ber bahoza şeva îniyê li seranserî eyaletê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. Walî, got ku dibe ev hejmar zêdetir bibe.    Li Missouri jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji van 5 jê li bajarê Saint-Louisê bûn.   Rayedarên ewlehiyê yên civakî yên Missouri diyar kir ku xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên hilweşiyayî, sibeha şemiyê ji dewam kir. Her wiha hişyarî hate dayîn ku ji bo şeva yekşemê dibe rewşa hewayê bi xeter bibe.   Ji Serokatiya Şaredariya Saint-Louis Cara Spencer karesata çêbûyî weke “bi rastî jî bitirs e” pênase kir û anî ziman ku bajêr rû bi rûyê xemgîniyeke mezin e.