Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî 2025-05-20 09:40:20   WAN - Nivîskaran diyar kirin ku ji bo çaeseriyê divê ji ewil bi sererastkirinên di qanûn de re statuyeke fermî ya Kurdî were qebûlkirin û gotin ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji wê demê ve ye nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Yek ji mijara tê nîqaşkirin jî rewşa zimanê Kurdî ye. Tê xwestin ku astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Kesên beşdarî “Sempozyuma zimanê Kurdî” ya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê bûn ku di navbera 17-18’ê Gulanê de hat lidarxistin, diyar kirin ku ew amade ne ji her alî ve piştgiriyê bidin pêvajoyê.    Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, nivîskar Dr. Dilawer Zeraq, nivîskar Adar Jiyan û Hevberdevka Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli diyar kirin ku divê polîtîkayên înkar û pişaftinê bên bidawîkirin.    ‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’       Şerefxan Cizîrî diyar kir ku pirsgirêka ziman pirsgirêka tevahiya gelê Kurd e û got: “Dema astengiyên li pêşiya wê hatin rakirin dê Kurdî bigihije wî cihê heq dike. Heke dewlet jidil be, divê ji ewil ji mafên qanûnî yên Kurdî dest pê bike. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê mirov dê bibêje ku jidil in. Heke statuya Kurdî nedin, wê demê tiştekî em rûnin û biaxivin tune ye. Rayedarên Tirkiyeyê dema balê dikişînin ser polîtîkayên nîjadperest ên welatên din, polîtîkayên li dijî Kurdan jinedîtî ve tên. Divê zemîna hemû maf û pênaseyên ji bo Kurdî bên avakirin. Zimanê me, hebûn û rengê me ye. Heke em bixwazin xwe biparêzin, divê ji ewil em ziman biparêzin. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin. Weke nivîskar, dixwazim piştgiriyê bidim pêvajoyê.”    ‘DIVÊ HER KES TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE PÊK BÎNE’    Nivîskar Dilawer Zeraq jî diyar kir ku ji pêvajoya hatiye destpêkirin keyfxweş e û ev tişt anî ziman: “Mijara herî girîng a pêvajoyê statuya zimanê Kurdî ye. Divê Kurdî bibe zimanê perwerde û akademiyê. Divê pergala wê jî Kurd diyar bikin. Ji ber ku naveroka pergalê girîng e. Di mijara pêşxistina ziman de divê her kes tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Weke nivîskarên Kurd, ez xwe mecbûr hîs dikim ku beşdarî xebatên têkildarî ziman bibim. Çi bikeve ser milê min ez ê bikim.”     ‘DIVÊ STATUYA FERMÎ YA ZIMANÊ KURDÎ HEBE’    Nivîskar Adar Jiyan jî anî ziman ku divê her kes ji bo zimanê dayikê biisrar be û wiha pê de çû: “Ferz e ku pergal daxwazên gelê Kurd qebûl bike. Heke em xwedî lê dernekevin dê tu mafên me nemînin. Bi vê pêvajoyê re divê Kurdî di Destûra Bingehîn de cih bigire. Perwerdeya bi zimanê dayikê ferz e. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Ger her kes xwedî li ziman derkeve dewlet dê nas bike. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Berpirsyartiya ewil jî dikeve ser milê zimanzanan. Ez dixwazim di vê pêvajoyê de cih bigirim û tişta dikeve ser milê xwe pêk bînim.”    ‘ZIMAN NASNAMEYA GEL E’   Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî ev tişt anî ziman: “Ziman, nasnameya gelekî ye. Di vê nasnameyê de jî dîrok û hafize heye. Heke zimanek were qedexekirin, wê demê mîrateya kolektîf tê tunekirin. Lewma statuya ziman statuya gelê me ye. Divê zimanek serbet û yê din qedexe nebe. Ziman dê bi xwe re aştiya civakî bîne. Ji ewil divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Jixwe heke Kurdî bibe zimanê fermî, wê demê dê aştî jî çêbibe. Hemû dinyayê dît ku yek dewet, yek milet, yekziman bi xwe re aştiyê nayîne. Heke em girîngiyê nedin zimanê xwe dê bihele û tune bibe. Lewma em statuya pirzimanî dixwazin.”