Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname 2025-05-23 15:25:34   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin, ji bo girtina girtîgehên tîpa S û Y yên weke "girtîgehên tîpa şikeftê" tên naskirin, pêşniyarnameyek pêşkêşî meclîsê kir.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Oznur Bartin pêşniyarnameyek a qanûndanînê pêşkêşî Meclisê kir. Di pêşniyarnameyê de hat gotin ku li van girtîgehan tecrîdeke giran heye û wiha hat gotin: "Pencereyên hucreyê bi têl xemilandî ne, derbasbûna ronahiya rojê asteng dikin. Girtî rojê 24 saetan bi kamerayan tên şopandin û deriyên hucreyan tenê bi sîstema elektronîk dikarin bên vekirin. Serdanên malbatan yek bi yek tên kirin û nahêlin ku girtî bi girtiyên din û malbatên wan re têkiliyeke civakî deynin. Bi dehan girtiyên nexweş ên li girtîgehên tîpa S û Y tên ragirtin jî jiyana xwe ji dest dan. Dema vekirî ya rojane bi tenê saetekê bi sînor e. Hucre teng in, ronahiya xwezayî nagirin û hewadarbûna wan kêm e."   Di pêşniyarnameyê de hat xwestin ku ji bo tespîtkirina binpêkirinên li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê di binê vê çarçoveyê de rû didin komîsyoneke serbixwe bê avakirin û piştre jî hemû girtîgehên Tîpa S û Tîpa Y yên niha tên xebitandin bi awayekî mayînde werin girtin.