Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin 2025-05-25 14:55:32   DÊRSIM - Li gundê Kîlê yê navçeya Qisleyê welatî pev çûn. Di şer de Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Yaşer Seyrek û biraziyê wî jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Kîlê yê navçeya Qisleyê ya Dêrsimê welatî pev çûn. Di rageşiyê de çek hatin bikaranîn û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ya Kîlê Yaşar Seyrek (50) û biraziyê wî Denîz Seyrek (18) jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di navbera kesê bi navê H.Y. û Yaşar Seyrek de nîqaş derket. Di dema nîqaşê de H.Y. bi çekan êrişî Seyrek û biraziyê wî Denîz Seyrek kir. Di êrişê de Yaşar Seyrek li cihê bûyerê û biraziyê wî Denîz Seyrek jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.    H. Y., ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.