Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin 2025-05-27 09:02:56 ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr daxwaza avakirina komîsyoneke ku jin karibin yekser tev li komîsyona parlementoyê bibin pêşkêş kir û got ku divê ji bo tevlibûna jinan a pêvajoya ku bi banga "Civaka Aştî û Demokratîk" destpê kiriye bingehek bê avakirin.   Di nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de, li gel banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de hat kirin, jin bûne yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoyê. Gelek caran ji derdorên cuda tê destnîşankirin ku ji bo bangawazî civakî bibe û pêvajo bi awayekî serketî encam bibe divê meclîs bikeve dewrê.   Têkildarî tevlîbûna meclîsê ya ji bo pêvajoyê dewam dikin û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr bi pêşniyarnameya lêkolînê ya pêşkêşî Meclîsê kir re xwest komîsyonek bê avakirin ku jin yekser tevlî nîqaşan bibin.   ROLA JINAN    Nejla Demîr der barê komîsyona ku tê xwestin bê avakirin axivî û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna jinan li pêvajoyê û wiha got: "Ji bo hebûna jinan a di pêvajoyê de bêhtir şênber bibe, me pêşniyarnameyeke lêkolînê pêşkêşî meclîsê kir. Me xwest komîsyoneke lêkolînê ya ku fikrên jinan jî di nav de cih digire bê avakirin û her wiha komîsyonên jinan ên li qadên herêmî jî bên avakirin. Ji ber ku civakeke demokratîk û azad ancax bi pêşengî û hebûna jina azad dikare ava bibe."   Nejla Demîr diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi zîhniyeta jinê pêş bikeve û got, "Em dixwazin bi komîsyona lêkolînê ya ku me daxwaz kir li qadên herêmî bi qasî ku derfet hebe bi jinan re hevdîtinan pêk bînin û em dixwazin ezmûn û pisporiya xwe ya ku çawa dikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin parve bikin."   JI 72 CÎGIRÊN WEZÎRAN TENÊ 3 JIN IN   Nejla Demîr anî ziman ku divê nîqaşên bên kirin di çarçoveya 'Temsîliyeta Wekhev' de bên meşandin û destnîşan kir ku temsîliyeta jinê ya di bin banê meclîsê de kêm e û wiha got: "Li parlamentoyê 18 wezaret hene û bi tenê yek ji wan jin e. Dîsa di nav 72 cîgirên 18 wezîran de tenê 3 cîgirên jin hene. Ev rewş delîleke zelal e ku jin çiqasî tên tepisandin, li paşmayî tên hiştin û ji pêvajoyan û mekanîzmayên biryardayînê yên li binê parlamentê tên derxistin. Em dixwazin ev zîhniyet di zûtirîn demê de biguhere."   'DIVÊ JIN TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN'   Nejla Demîr da zanîn ku pêşniyarnameya pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin ji bo hemû jinan pêwîstiyeke jiyanî ye û wiha got: "Armanca me ew e ku platformên ku jin karibin bi awayekî aktîftir tevlî vê pêvajoyê bibin, ava bikin. Ji ber vê yekê, eger pêwîstî pê hebe, divê em jinan bi rêya têkiliyeke yekser bi her şexsekî re tevlî pêvajoyê bikin ku ev yek prensîba me ya rêxistinbûyîna bingehîn e."