Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê 2025-05-27 09:51:59 STENBOL - Şîlan Emînoglû ku di nava Însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê de cih digire diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi komxebatê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ez bawerim yekitiya jinan wê bandorên girîng li vê pêvajoyê bike."   Jinên Kurd ên li Ewropayê, damezrandina Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin. Însiyatîfa ku ji partiyên Kurd, saziyên olî û baweriyan û saziyên jinan ên serbixwe pêk tê û jinan gotin ku ew îlhamê ji kevneşopiya têkoşînê ya ku Sarayan, Hevrîn Xelef û Şîrîn Elemhûlî li hev civandine, di 51’emîn salvegera wefata Leyla Qasim a yek ji sembolên berxwedanê yên jinên Kurd e ku di 12'ê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma Baas ve hat qetilkirin.   Berdevka Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şîlan Emînoglû li ser armancên însiyatîfê û armanca damezrandinê axivî.   ‘YEKITÎ HEBÛN E’   Şîlan Emînoglu anî ziman ku ew ji bo yekitî, têkoşîn û destkeftiyên jinên Kurd û parastina mîrateya wan hatine cem hev û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi banga ‘yekitî hebûn e’ yekitiya jinên Kurd ên ku bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin pêk bînin. Şîlan Emînoglu da zanîn ku ew mîrasa têkoşînê ya pêşengên mîna Zarîfe, Leyla Qasim, Zîlan û Bêrîtanan bi taybetî ji bo domandina hebûn, nasname û têkoşîna çandî ava kirine û weke jinên ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê kirine wan ev înîsîyatîf ava kirine.   DÊ PROJEYÊN KU NÎVÇO MANE TEMAM BIKIN   Şîlan Emînoglu diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye bingeha xebata wan, berê jî ji bo yekitiyê hewldanên bi heman rengî çêbûne lê ew kêm mane û wiha got: ''Projeya jinan a yekitiyê ya bi mebesta ku dîsa civakîbibe û mekanîzmayên ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin afirandî hewl hatibû dayin lê neqediyabû. Niha ev proje temam dibe.”   Şîlan Emînoglu têkildarî pêvajoyê wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku ji ber ku bingeha civakê li dora jinê ava bûye, yekitiya jinê dikare pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike û tevkariyên girîng bike. Ji ber ku ji şerên rû didin herî zêde jin êşê dikişînin, weke xenîmetên şer li bazaran tên firotin. Mînaka herî girîng a vê yekê di êrîşên DAÎŞ'ê yên li hemberî jinên Êzidî de hat dîtin. Jinên Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedan û rêxistinbûyîn îro bûye sedema derketina şoreşa jinê ya li Rojava. Bi heman awayî li Rohilat ê felsefeya 'Jin jiyan Azadî' ku ji aliyê Jîna Emînî ve hatiye hûnandin, ji bo jinên Rojhilata Navîn û qada navneteweyî bûye çavkaniya îlhamê. Ev hemû pêwîst dike ku jin dîsa werin cem hev, nasnameya xwe ava bikin û civakê li dora wê nasnameyê biafirînin.”   Şîlan Emînoglu anî ziman ku ev înîsiyatîf ne perîyodîk e lê stratejîk e û di vî warî de xebatên xwe dimeşîne û bang li her kesê kir ki li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di nava înîsiyatîfê de cih bigirin.   PLANSAZIYA KOMXEBATÊ   Şîlan Emînoglu diyar kir ku ew plan dikin ku di dema pêş de komxebatekê li dar bixin û wiha got: "Di vê komxebatê de çar parçeyên pirsgirêkên ku jin li Kurdistanê pê re rû bi rû ne û çareseriyên hatine pêşniyarkirin, wê bi planeke ku ji wir hatiye pêşxistin, xebatan hê dewlemendtir bikin. Bi biryarên li vê derê re, di dema pêş de jin dikarin sîstemên xwe yên konfederal ava bikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Mesela hunermendên jin dikarin bên cem hev û sendîkayên xwe ava bikin. Her wiha xebatkarên tenduristiyê û ciwan jî bi heman awayî dikarin sendîkayên xwe ava bikin. Niha rojev pir dagirtî ye û ji geşedanên nû re vekiriye. Em ê jî di nava van pêşketinan de nexşerêya xwe bi xwe diyar bikin û çalakiyên xwe bi xurtî bimeşînin."   'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN'    Şîlan Emînoglu balê kişan ser rola jinan a vê pêvajoyê û wiha got: "Bêyî jinan ne aştî û ne jî çareserî çênabe. Nexşerêya jinan diyar e. Armanca vê projeyê ew e ku azadiya Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan ê xwedî vîna çareseriyê ye, misoger bike. Ji bo Rêbertî vê pêvajoyê birêve bibe divê şert û merc bên başkirin. Weke însiyatîfa jinên Kurd em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û têkoşînê bimeşînin."    MA / Esra Solîn Dal