Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû 2025-05-27 11:03:09 ENQERE - DEM Partî û AKP dê sibe saet di 15.00’ê de hevdîtinê bikin.    Dîroka hevdîtina şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi AKP’ê re diyar bû. Şandeya DEM Partiyê dê sibe saet di 15.00’ê de bi AKP’ê re hevdîtinê bike.    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî dê di hevdîtinê de cih bigirin.    Cihê hevdîtinê hêj nehatiye diyarkirin.