Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat 2025-06-07 09:00:51   ESKÎŞEHÎR - Ezmûnên LGS û YKS'ê nêz dibin, serokê Şaxa OVDER'ê ya Eskîşehîrê Faîk Alkan pergala ezmûnan rexne kir û diyar kir ku gelek ciwan li vî welatî pêşeroja xwe nabînin û çûyîna derveyî welat xeyal dikin.   Dê vê mehê Ezmûna Têketina Lîseyê (LGS) û Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) pêk bên, careke din nîqaşên li ser newekheviya di sîstema perwerdeyê de anî rojevê. Cudahiyên çavkanî, binesazî û derfetên amadekirinê di navbera xwendekarên ku diçin dibistanên taybet û yên ku di dibistanên fermî de dixwînin, derfet û encamên azmûnan dibe mijara nîqaşan.    Serokê Şaxa OVDER'ê ya Eskîşehîrê Faîk Alkan têkildarî pergala perwerdehiyê û newekheviya navbera xwendekaran axivî.    720 HEZAR XWENDEKAR LI KU NE?    Alkan da zanîn ku Tirkiye welatekî ezmûnan e û pirsgirêka bingehîn li vir destpê dike û wiha got: "Niha di dîroka komarê de rêjeya herî zêde ya nelirêtiyê li Tirkiyeyê heye; hem li dibistanên navîn û hem jî li lîseyan. Gelek xwendekar hene ku naçine dibistanê. Îstatîstîkên vê dewletê niha nikarin diyar bikin bê 720 hezar xwendekar li ku ne."   Alkan diyar kir ku nifşên ji ber sîstema perwerdeyê winda dibin û wiha axivî: "Li vî welatî wekheviya firsendê nîne. Dema em lê dinêrin, di navbera pereyên ji bo perwerdeya li metropolan hatine xerckirin û pereyên li cihên mirovên xizan, çîna karker lê dijîn de cudahiyeke mezin heye. Ciwanên me di perwerde û pêşerojê de hêviya xwe winda kirine. Niha di warê fînansekirin û aboriyê de perwerde li dê û malbatan hatiye ferzkirin."   XEYALÊN JI BO DERVEYÎ WELAT   Alkan anî ziman ku li welat pêşeroja xwendekaran nîne û wiha got: "Xwendekarên me li derveyî welat xeyalên xwe ava dikin. Ev ne tenê ji bo xwendekarên zanîngehê, ji bo xwendekarên lîseyê jî derbasdar e. Xwendekarên li dibistana navîn êdî bawer dikin ku xwendin qenciyek e, heq e. Ew êdî bawer nakin ku xwendin tiştekî bi wan dide qezenckirin. Dema ku em bi perspektîfa budçeya karkeran difikirin, di sektora xizmetê de dixebitin ku tevkariyê li malê bikin."   Alkan bibîr xist ku xwendekarên nikarin li dibistanên weke dibistanên baş bên bicihkirin, li gorî notên dîploma ya wan û îkameta xwe tên bicihkirin û got, "Lê belê em li notên dîplomayê yên xwendekarên li dibistanên taybet dinêrin, li wê derê 'mezinbûneke bi hormon' a girîng heye. Lê belê pêkane ku bê diyarkirin ku zarokên li dibistanên dewletê rastî neheqiyê tên. Di warê YKS'ê de pîşesaziyek ku bi milyonan mirov tê de ne bifikirin. Lê dîsa, em pîşesaziyekê bifikirin ku tê de hejmara xwendekarên ku roj bi roj dikevin azmûnê, sal bi sal, di vê sektorê de bi milyonan tevlî dibin. Yanî, wisa xuya ye ku xwendina bilind êdî ji bo xwendekaran cazîbeyê nagire.   Alkan bal kişand ser pêwîstiya derbasbûna sîstemeke perwerdeya cemaweriyê ya bi rêya reformê di sîstema perwerdeyê de û wiha dewam kir: "Eger perwerdeya cemaweriyê ne perwerdeyeke azad be, ne pêkane ku bi vê modela perwerdeyê re siberojê ava bikin û Tirkiyeyê bînin nuqteyeke cuda."   MA / Enes Beyaz