Bihuşta veşartî: Şikefta xwê 2025-06-08 09:02:13 ÎDIR - Li navçeya Qulpê, li şikefta xwê hem xwê tê hilberandin û hem jî welatî ji bo tenduristiyê diçin şikeftê. Kesên diçin serdana şikefta xwê matmayî dimînin. Şikefta Xwê ya li ser erdekî ji 55 hektarî yê li navçeya Tûzlûca ya Îdirê ye, dişibe bihuşta veşartî. Şikefta xwê bi avaniyeke jeolojîk ku 34 milyon salî ye, hem di nav hilberandina xwêya zinar de û hem jî ji bo tendiristiyê cihek girîng e. Tê diyarkirin ku ev şikefta ku di dîrokê de xwê ji bo împaratoriya Med, Împaratoriya Fars, Ûrartû û Ermeniyan dabîn kiriye, xwedî rezerveke xwê ya zinaran e ku 100 sal in dikare pêdiviyên xwê yên welêt bicih bîne.   XWÊ YA BI KEVIR    Şikefta ku aydî Îdareya Taybet a Îdirê ye, ji aliyê sektora taybet ve tê xebitandin û rojane 60 ton xwêya kevir tê hilberandin. Eger bi kapasîteya xwe ya tam bixebite, şikeft rojane dikare 200 ton xwêya kevir hilberîne û bi vê yekê re hatineyeke salane ya ji 50 mîlyon TL'yî heye. Xwêya kevir a ku tê hilberandin, di serî de Naxçivan, Azerbaycan û Îranê ji gelek welatan re tê îxrackirin.   JI BO NEXWEŞIYA KOAH Û ASTIMÊ   Ji dîrokê û vir ve galeriyên mezin ên ji bo hilberîna xwêya zinar li binê erdê hatin vekirin, îro veguherîn cihên tenduristiyê. Şikefta xwê ya ku di nava koma kevir a evaporîtîk de ye, ji ber pêkhatina mîneral xwedî taybetmendiyên başkirina astim, KOAH û bronşîtê ye. Li galeriyên ku hilberîna xwêya kevir lê nayê kirin, bi xurdekirin û ronîkirina rûyê erdê re 'Navenda Tedawiya Xwê' hat avakirin. Di sala xwe ya yekemîn de 'Navenda Tedawiya Xwê' ku di sala 2021'an de vebû, ji aliyê 55 hezar tûrîstên xwecihî û biyanî ve hat ziyaretkirin. Di sala 2022'an de 104 hezar, di sala 2023'an de 135 hezar û di sala 2024'an de jî tê payîn ku 150 hezar kes serdana navendê kirin.   Şikefta xwê weke klîmaya xwezayî kar dike, di tevahiya salê de germahiya 12 derece ye û bi taybet di mehên havînê de balê dikişîne. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku welatiyên ku ji germê aciz dibin tên vê derê.   MA / Omer Akin