Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive 2025-06-13 21:18:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Ewlekariyê ya NY’ê dê îro li ser daxwaza Îranê bi rojeva êrişên Îsraîlê bicive.  Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser banga lezgîn a Îranê dê bi rojeva êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê bi awayeke awarte bicive. Îranê têkildarî mijarê ji Konseya Ewlekariyê re nameyek şand. Di nameyê de êrişên Îsraîlê weke “Derqanûnî û tirsonek” pênase kir. Her wiha di nameyê de hate gotin ku rêveberiya Tehranê dê “bersiveke bibiryar û bipîvan” bide.