Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan 2025-06-13 22:12:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranêw didomin. Li Tehranê dengê teqînan hate bihîstin.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê berdewam in. Li paytext Tehranê dengê teqînan hate bihîstin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, demekî kin berê li qada sehaya nukleerê ya li Fordoyê dengê du teqînan hate bihîstin û du noqteyên li tesîsê hedef hatin giritn. Li gorî dîmenên ser medyaya Îranê hatine parvekirin, teqînên dijwar li rojavayê Tehranê çêbûn.    Îsraîlê di danê sibehê de li dijî Tehranê, Tebrîzê, Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li Îsfehenê û Loristan, Kirmanşah, Şîraz, Xuzistan, Hemedan û bajarê Kumê gelek êrişên hewayî pêk anî. Hatibû ragihandin ku zirar negihiştiye tesîsa nukleerê ya li Natanzê.    Di êrişan de Serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî, Fermandarê Giştî yê Biryargeha Navendî ya Hatemul Enbiya Gulamalî Reşîd, Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayî yên Muhafizên Şoreşê Emîr Alî Hacizade, gelek rayedarên din ên payebilind ên leşkerî û 6 zanyarên nukleerê hatibûn kuştin.    Di êrişên Îsraîlê de li deverên sivîlan jî hatibû xistin û jin û zarok jî di nav de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan û 329 kes jî birîndar bûbûn.