Bavê girtiyê ku rastî îşkenceyê hatiye: Tedawiya wî tê astengkirin 2025-06-22 09:00:44 WAN - Bavê Bîrindar Gezîcî ku li Agiriyê piştî Îşkenceyê hat girtin Emîn Gezîcî diyar kir ku çavê kurê wî ji sedî 50 nabîne û tedawiya wî hatiye astengkirin. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bîrindar Gezîcî, di 9'ê Adara 2024'an de li gundekî navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Gezîcî li qereqolê bi çoyê hesin û pense rastî îşkenceyê hat. Piştre bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin. Di îdianameya ku li dijî Gezîcî hat amadekirin de behsa îşkenceya ku dema di bin çavan de hatiye kirin nehat kirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê giran a Agiriyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Gezîcî birî. Hat hînbûn ku Gezîcî yê li Girtîgeha  Tîpa H a Erzîromê tê ragirtin, pirsgirêkên tenduristiyê dijî û nehatiye tedawîkirin. Hat qeydkirin ku Gezîcî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin di lingê xwe de astengdar bûye. Malbata wî ragihand ku Gezîcî di destê wî de lerizandin hene û çavê wî ji sedî 50 nabîne.   NAYÊ TEDAWÎKIRIN     Bav Emîn Gezîcî diyar kir ku kurê wî nayê tedawîkirin û ligel ku daxwazname daye sewqî nexweşxaneyê nakin û wiha axivî: "Zêdetirî 2 sal in girtî ye. Dewlet dibêje; 'ez ê hem îşkence bikim û hem jî bigirim'. Ewilî şandin Girtîgeha Agiriyê niha jî şandin Girtîgeha Erziromê. Bi lêdanê çavên kurê min reş û şîn kirin, di dest û lingên wî de niha xesar hene. Li revîra Girtîgeha Erziromê got çavê min kor dibin, bila min sewqî nexweşxaneyê bikin lê heta niha nehatiye sewqkirin. Di hevdîtina herî dawî de min dît ku çavê wî biçûk û spî bûne. Divê tedawiya wî neyê astengkirin, tedawî maf e."   Bav Gezîcî da zanîn ku ji ber îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin di bedena wî de xesar çêbûne û wiha got: "Destên wî dilerizin, di lingên wî de xesarên mezin hene. Çavê wî ji sedî 50 nabîne. Ji ber rewşa aborî em jî zêde nikarin biçin Erziromê. Em dixwazin Birîndar sewqî girtîgeheke nêzîktir bikin. Mafê her kesî heye ku ewladê xwe bibîne."   'AŞTÎ JI BO HER KESÎ YE'   Baba Gezîcî bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û got, "Niha dem hatiye ku têkoşîn bi aştiyê were tacîdarkirin. Bi qasî ku em hatine kuştin me aştî xwestiye û bi qasî ku em hatine girtin me di aştiyê de israr kiriye. Baweriya me bi tevgera azadiya Kurd heye. Ev bawerî wê aştiyê bîne; ev bawerî wê aştiyeke bi rûmet û mayînde bi xwe re bîne. Pêvajoya pevçûnê ya bi salan divê bi biratî û aştiyê bi encam bibe. Ji ber vê yekê divê mafên her kesî bên naskirin. Avakirina jiyaneke wekhev û adîl, bi serbestberdana girtiyên ku bi salan e bi awayekî neheq girtî ne, dest pê dike. Aştî ji bo her kesî ye. Baweriya me bi vê pêvajoyê û hêza ku vê pêvajoyê birêve dibe heye."