Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir 2025-06-28 09:01:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xebatên sondayê yên TPAO’yê yên li gundên li quntarê Çiyayê Gabarê, kanî ziwa bûn. Ji bo welatiyên ku ava wan a vexwarinê qirêjî bûye, bi tankeran av tê veguhestin.    Tevahiya erdîngariya Şirnexê di bin gefa lêgerîna petrol û madenan û birîna daran de ye. Talankirina xwezaya çiyayên Cûdî û Gabarê û Herêma Bestayê ya bi navê lêgerîna petrolê tê kirin, zêdetirî 5 sal in berdewam dike.    TALANA LI GABARÊ DI SALA 3’YAN DE DIDOME    Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di sala 2022’yan de li Çiyayê Gabarê dest bi xebaten sondajê kir. Di sala 2023’yan de jî petrol hate dîtin û bi vê yekê re talankirina Çiyayê Gabarê jî dest pê kir.    Piştî sondajan, hema hema li serê her girekî quleyên leşkerî hatin avakirin û rêyên ber bi van noqteyan ve hatin çêkirin. Bi hinceta çêkirina rêyan û quleyan, bi hezaran dar hatin birîn. Ji ber bîrên sondajê jî bi sedhezaran dar hatin birîn û dînamîtên hatin teqandin, qadên jiyanê yên hemû zindiyan tune kirin.    Li çiyê ev 3 sal in talan didome û niha jî kanî ziwa û qirêjî dibin. Kaniyên li quntarên çiyê û li gundên Şêxê Reş, Ziron, Dara û Şerefiyê yên girêdayî navenda bajar jî ji ber sondajên TPAO’yê hatin tunekirin.    KANIYÊN GUNDÊ 500 SALÎ ZIWA BÛN   Gundiyên ku ava wan hatî birîn, gelek caran gilî kirin lê tu çareserî nebirin pirsgirêka wan. Şêniyên gundê Şêxê Reşê gotin ku gundê wan zêdetirî 500 sal in hatiye avakirin. Gundiyan diyar kir ku ji roja gundê wan hatiye avakirin heta niha ava kaniyên wan her tim zelal bû lê piştî sondajê hinek ji van kaniyan jehrî û hinek jî ziwa bûne.  Şêniyên gund destnîşan kirin ku ji ber avên qirêjî û kaniyên ziwa bûn, bi Wekîlê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar re hevdîtin kirine lê Tatar tenê jê re gotiye “em ê çareser bikin” û pirsgirêka wan çareser nekiriye.    ZÊDETIRÎ 4 MEH IN BI 2 TANKERAN AVÊ DIBIN GUND    Gundiyan, got ku zêdetirî 4 meh in pirsgirêka avê dijîn û her roj ji navenda Şirnexê bi 2 tankeran avê vediguhêzin gund û belav dikin. Şêniyan, anî ziman ku li gund zêdetirî 3 hezar kes dijîn, gelek pez û baxên wan hene û bax û baxçeyên wan ji ber bêaviyê ziwa bûne.    Şêniyan, got ku beriya lêgerînên petrolê pirsgirêkeke wan a bi vî rengî nebû û gotin: “Ava gundê me ji Çiyayê Gabarê tê. Lêbelê ji ber sondajê li gundê me av tune ye. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin.”    ‘RÊGEHA KANIYÊ DIGUHERE’    Di vê mijarê de me bi endezyarên madenê re hevdîtin kir û gotin ku ji ber xebatên sondajê yên petrolê, kanî, rêgeha xwe diguherînin.    MA / Dilgeş Ruvanas