Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat' 2025-06-28 13:42:56   AMED – Girtiyê bi navê Mahsum Yuksekbag ku di mejiyê wî de anevrîzma heye, ji ber ku emeliyat li revîrê red kir, nikare tedawî bibe. Dayika wî Sariya Yuksekbag got, "Rewşa kurê min qet nebaş e."    Girtiyê nexweş ê bi navê Mahsum Yuksekbag ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê tê girtin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe. Ji ber anevrîzma (gulpikên di damarên xwînê de) ku di mêjiyê wî de hatiye tespîtkirin, ji ber ku tedawiya 'bi kelepçe' red kiriye nikare emeliyat bibe.      Dayik Sariya Yuksekbag bang li Wezareta Dadê kir û xwest ji bo tedawiya wî şert û merc bên sererastkirin û kurê wê emeliyat bibe.   Dayik Sariya Yuksekbag got ku rewşa tenduristiya kurê wê her roj nebaş dibe, diyar kir ku doktoran hişyarî dane ku ksîta kurê wê Mahsûm di her kêliyê de dikare biteqe. Sariya Yuksekbag da zanîn ku divê kurê wê emeliyat bibe û wiha got: "Ji kurê min re hat gotin ku dikare li revîra li jêrzemîna girtîgehê bê emeliyatkirin, lê belê ji bo emeliyatê jî ti vebijêrk qebûl nekir. Doktor jî bi rîsk dibîne ku emeliyatê li girtîgehê bike û erê nake.”   Sariya Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: "Ez ji vir bang li Wezareta Tenduristiyê û dozgerê Girtîgeha Dûmlû ya Erzîromê dikim; kurê min divê tedawî bibe. Dibêjin ku ji ber ewlekariyê ev biryar dane. Ma kurê min dikare bireve? Rewşa wî qet ne baş e. Ew li benda çi ne ku wî derman bikin? Li benda me ne ku em xeberên nebaş bistînin? Êdî bes e; dayikan têra xwe êş kişandine. Gelek nexweşiyên kurê min hene. Dem hatiye ku ew wî tedawî bikin. Ez bang li hemû partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan dikim, divê her kes ji bo emeliyata kurê min çi ji destê wan tê bike."