Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe 2025-06-29 10:35:13 DÊRSIM - Gulseren Saltik a ku di mehên havînê de li cihê kar dide xebitandin bi firotina çay û patîleyê debara xwe dike diyar kir ku pêwîst e jin ji bo jiyana xwe têbikoşin.  Li gel polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê ku jinan li malê sînordar dike, jin li her qada jiyanê têkoşîna hebûnê didin û ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Jin ne tenê li dijî polîtîkayên serdestiya mêr têdikoşin, di heman demê de gelek mijarên weke krîza aboriyê ya li welêt, bêkarî, koçberî û polîtîkayên dejenerekirinê eleqedar dikin.    Yek ji van jinan jî Gulseren Saltik a 57 salî ye ku hewl dide bi karê xwe yê biçûk ê li rêya navçeya Pulur a Dêrsimê ava kiriye re li ser piya bimîne. Gulseren Saltik ku li gundikê Martalî ya girêdayî navçeyê dijî, ev 4 sal in demsalên havînê li cihê xwe çay û patîle difiroşe û jiyana xwe bi vî rengî didomîne. Vê havînê, jinbira wê Murruvet Saltik jî piştgiriyê dide wê.   Gulseren Saltik piştî ku 3 salan li qehwexaneyeke li navenda Dêrsimê xebitî, biryar da ku vegere gundê xwe. Wê tekez kir ku karê wê di serdemên destpêkê de baş dimeşe, lê qeyrana aborî ya heyî bandor li wan jî kiriye. Gulseren Saltik wiha got: "Normal, rojê em dikarin 40/50 patîle bifiroşin. Lê belê, di vê demsalê de em dikarin rojê tenê sê çar an jî sê bifiroşin. Dîrokên vekirina cihê min ên kar jî li gorî şert û mercên aborî dikarin biguherin. Min par di meha Gulanê da vekir. Îsal min meha Hezîranê vekir. Hêvî dikim îsal karek çêbibe. Şert û mercên aborî ne tenê li ser dîroka me ya vekirinê, her wiha bandorê li saetên me yên vekirina rojane jî dike."    Tevî şert û mercên zehmet ên aboriyê jî Gulseren Saltik diyar kir ku girîng e jin li ser piyan bin û got, "Ez tevî şert û mercan jî bi israr di xebitînê de me. Di vê wateyê de divê jin li şûna ku li malê rûnên û bifikirin an jî xemgîn bibin, divê ji bo jiyana xwe tê bigerin. Eger jin bixwaze dikare her tiştî bi dest bixe."   ‘PIŞTGIRÎ GIRÎNG E’   Murruvet Saltik jî wiha axivî: "Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke gelekî cidî ya aboriyê heye. Mijarên pir cidî hene. Dewlemend bêhtir dewlemend bûne û xizan jî bêhtir xizan bûne. Bi taybetî ciwan diçin derveyî welat. Vê rewşê dawî li çandinî û hilberînê anî. Çavkaniya sereke ya hatinê li vir bi giştî çandinî û sewaldarî bû. Her du jî kuştine. Ji ber vê yekê, her kes bi hewldanên xwe hewl dide xwe bide jiyîn. Ya rast, jin li vir hewl didin tiştekî bikin, lê belê ji bo tiştên bên kirin piştgirî gelekî girîng e."    Murruvet Saltık destnîşan kir ku ji bo jin li ser jiyana xwe bibin xwedî vîn divê têbikoşin û got, "Divê jin li ser piyan bin û ji bo vê têbikoşin. Divê dest bi girtina tiştekî bikin û rabin ser xwe. Divê jin xwe bixwînin û pêş bixin. Divê paşeroj û jiyana xwe ji rehma mêran re nehêlin. Eger jin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixe, wê ti carî xwe nespêre hevkar û ne jî kesekî din. Serdestiya mêr ancax di rewşên bi vî rengî de dikare bê derbaskirin."   MA / Şîlan Şîrvan Çîl