Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin 2025-07-01 09:42:16 RIHA - Danişîna 2'yemîn a doza Cûma Kaplanli ku zarokeke Sûriyeyî tecawiz kiribû dê sibe were lidarxistin.  Kesê bi navê Cûma Cûma Kaplanli (19) di 12’yê Hezîrana 2024’an de li Rihayê zarokek a 13 salî ya Sûriyeyî tecawiz kiribû. Danişîna 2'yemîn a dozê dê li 11’mîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê lidarxistin.    Dayika zarok T.E.S.'yê tevî zarokê xwe di 19’ê Îlona 2024’an de kiryar gilî kiribû. Zarokê ku li Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇÎM) îfade dabû, rave kiribû ku kiryar berê wî xesp kir û piştre jî tecawiz kir. Piştî îfadeya zarok, kiryar dema ji Rihayê direviye Stenbolê li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin û girtin.    ÎDIANAMEYA DOZGER   Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 10’ê Çileyê de der heqê bersûc de ji ber sûcên “Xesp û diziya eşya”, “Gefxwarin û zordarî, şexs ji azadiya xwe mehrûm hiştin”, “Îstîsmara zayendî ya zarokan” îdianame amade kir. 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê jî îdianame qebûl kir û yekemîn danişîna dozê di 30’ê Hezîranê de hate lidarxistin. Di îdianameyê de tevî îfadeya zarok, rapora nirxandina edlî, rapora ku di encama saxîkirina fîzîkî ya zarok ji aliyê Nexweşxaneyê Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê ve hatibû kirin jî cih girt.    Di danişîna ewil de li hevalê faîl weke şahid hate guhdarîkrin. Li ser gotina faîl a "Em li dibistanê bûn", hevalê wî yê şahid bi gotina "Nexêr em bi hev re geriyan" ev îdia derewand. Danişîna faîlê girtî tê darizandin taloqî 2'yê Tîrmehê hate kirin.    MA / Ceylan Şahînlî