Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin 2025-07-01 15:00:28   STENBOL - BTK’ê ji bo malpera înternetê ya Kovara Lemanê biryara astengkirinê da.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku bi îdiaya “yekser heqaret li pîroziyên olê kiriye” hatibû destpêkirin, malpera înernetê ya Kovara Lemanê hate astengkirin.    Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Saziya Agahî Teknolojî û Ragihandinê (BTK), malbera înernetê ya “leman.com.tr” hate astengkirin. BTK’ê di daxuyaniya xwe de got: “leman.com.tr, bi biryara bi dîroka 01/07/2025 û bi hejmar 2025/6609 D. a 5’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Stenbolê re hatiye astengkirin.”