Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin 2025-07-01 16:15:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî kampanaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ji destpêka sala 2025’an heta niha li Rojhilat û Îranê herî kêm 424 kes hatin darvekirin.    Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 75’an de têkildarî girtinan daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê, di nava heftiyekê de 17 girtî ku yek ji wan jin e, li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanyayê da zanîn ku ji serê sala 2025’an heya niha li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 424 kes hatine darvekirin.   Hate gotin ku çarşema borî 3 kolberên Kurd ên bi navên Azad Şucaî, Idrîs Elî û Resûl Ehmed bi tometa sîxuriyê hatine darvekirin. Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îran û Rojhilat, pêlek binçavkirinê ya bi hinceta siyasî û ewlekariyê destpê kiriye û piraniya kesên tên binçavkirin, cezayê giran didinê. Herwiha ji mafê xwe yê dadgehkirinê jî bêpar tên hiştin.   Kampanyayê da zanîn ku ji her demî zêdetir niha jiyana girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn di metirsiyê de ye û wiha hate gotin: “Em banga hilweşandina cezayên darvekirinê û daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî li gelê Kurd û gelê Îranê dikin.”