Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir 2025-07-02 12:05:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku Îsraîlê ji bo agirbesta 60 rojan a li Xezeyê şertên pêwîst qebûl kiriye.    Serokê DYA'yê Donald Trump li ser platforma medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek parve kir û got ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî ya li Şirîda Xezeyê qebûl kiriye.    Trump, got: “Nûnerên min îro bi Îsraîliyan re li ser mijara Xezeyê civîneke dirêj û berhemdar pêk anîn. Îsraîlê mercên pêwîst ên ji bo pêkhatina agirbesta 60 rojî qebûl kir. Di nava vê pêvajoyê de ji bo bidawîkirina şer em ê bi hemû aliyan re bixebitin. Ji bo tevkariyê li aştiyê bikin gelek Qeterî û Misrî hene, ku wê vê pêşniyara dawî pêşkêş bikin. Ji bo başiya Rojhilata Navîn pêşniyarê li Hamasê dikim ku vê peymanê qebûl bike, ji ber ku ev rewş wê sererast nebe, TENÊ WÊ NEBAŞ BIBE.”