Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da 2025-07-02 13:45:43   AGIRÎ - Meclisa Giştî ya Agiriyê ya DEM Partiyê, têkildarî nelirêtiyên Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da û got: "Em ê beşdarî van nelirêtiyan nebin. Em ê destûrê nedin ku pereyê gel bê peşkeşkirin.”   Endamên Meclisa Giştî ya Agiriyê ya DEM Partiyê, têkildarî nelirêtiya Îdareya Taybet a Bajêr û helwesta walî Mûstafa Koç û sekreterê Îdareya Taybet a Bajêr ya li dijî wan, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Îdareya Taybet a Bajêr hate dayin. Hevserokên Meclisa Giştî ya Agiriyê Melîk Ozmuş û Kezîban Ozden û endamên meclise tev li bûn.    ‘KES NIKARE MECLISÊ TUNE BIHESIBÎNE’   Hevserokê Meclisa Giştî ya Agiriyê Melîk Ozmuş, diyar kir ku di ser hilbijartinan de demeke dirêj derbas bûye lê rexmê vê yekê jî walî û sekreterê Îdareya Taybet a Bajêr di xebatan de li gorî biryarên hevpar tevnagerin. Ozmuş, destnîşan kir ku berê daxwaza hevdîtinê bi walî re kirine lêbelê bersivek nedaye wan û wiha got: “Mafê tu kesî nîne ku meclise tune bihesibîne.”   ‘XIZMETÊ NAKIN'   Ozmuş, diyar kir ku di hinek xebatên Îdareya Taybet a Bajêr de nelirêtî heye û ji bo gundan xizmet nayê kirin. Ozmuş, wiha pê de çû: “Berê biryara erênî dabû tesîsa termale lê niha jî biryarê betal dike û wê xebatê vala derdixîne. Li vir zirareke cemawerî heye. Ji bo boriyên kanalîzasyonê û yên cemede ku dê di rêya gundan de bihate bikaranîn bûdçe hatibû veqetandin. Ev çima nehat kirin? Gelê me di vê meseleyê de mexdurîyeteke mezin jiya.”   ‘SEKRETERÊ GIŞTÎ XIZMÊN XWE XISTE KAR’   Ozmuş, diyar kir ku ji ber “kêmasiya xebatkaran” çalên kanalîzasyonê yên gundan nehatin çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek gundan pirsgirêk mezin bûne. Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Tenekecî, gelek xizmên xwe xiste kar. Lêbelê ev kes ji bo xebata kanalîzasyonê naxebitin. A rast ev kes di tu karan de nayên xebitandin. Bêyî navçeya Zêtka di hemû navçeyên me de pirsgirêka rê û avê heye.”   Ozmuş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îdareya Taybet a Bajêr, bi rêya îhaleyê stargeha ajalan da sektora taybet. Hemû wesayîtên ku diviyabû xizmetê bibin gundan xistiye bin xizmeta mutehit. Ji ber ku wesayît xizmetê nabin gundan, welatî mexdûr in. Dixwazin ji bo çandînî û sewalkariyê 30 milyon TL budçe veqetînin. Me ev yek lêkolîn kir lêbelê 10 qatê lêçûnan zêde pere veqetandine. Em ê li dijî nelirêtiya têbikoşin, em ê nebin şirîkê nelirêtiyan.”