Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin 2025-07-02 16:15:04 ENQERE - Welatiyên Şirnexê li dijî avakirina bendavên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, li pêşiya wezaretê bang kirin û xwestin ev projeyên dê rê li ber texrîbata ekolojiyê vekin, bên betalkirin.  Komîsyona Lêkolîn û Nirxandinê (ÎDK) têkildarî 2 projeyên bendavê ku tê payin li navçeyên Qileban û Roboskê yên Şirnexê bikevin meriyetê, li Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê civiya. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û welatiyên Şirnexê tev li civînê bûn û li dijî projeyan îtîraz kirin.    Parlamenterên DEM Partiyê, Komîsyona Ekolojiyê ya OHD'ê û welatiyên Şirnexî piştî civînê li pêşiya wezaretê daxuyanî dan.    GUNDÎ: EM Ê TÊBIKOŞIN   Fadil Bedirhanoglû yê ji gundê Sax û Heplerê di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku civîna tev li bûne civîna civîna dawî ya projeyê bû. Bedirhanoglû, got: "Em beşdarî civînê bûn û me îtîrazên xwe kir. Me xalên şaş bi wan re parve kir û me ji wan re rave kir ku em e heta dawiyê têbikoşin. Me xwest ku proje bê betalkirin.”   WARÊN DÎROKÎ DIKIN HEDEF   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê jî diyar kir ku têkildarî mijarê bi wezaretê re du civîn li dar xistine û wiha axivî: “Me talanên xwezayê û texrîbatên ekolojîk ên Kurdistanê nirxand. Her du proje jî dê xwezayê texrîb bikin. Ev herêmên ku dixwazin projeyan lê çêbikin, warên Asuran û Bedirxaniyan e û divê ev dever bibin wargehên arkeolojîk.”   POROJEYÊN RANTÊ   Newroz Uysal Aslanê, her du proje weke projeyên rantê yên hilweşîner nirxand û axaftina xwe wiha qedand: "Me îro li vir îtîrazên xwe kirin. Em hêvîdar in ku ev îtîrazên me bibin wesîleya biryarên di cih de ku li gorî xwezaya herêmê û dîroka wê guncav bin. Em ê li dijî sûcên xwezayê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”