ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-04 09:00:13   * Komeleya Aryen Hunerê dê li Wanê pêşandana resmên zarokan xêzkirin bi navê “Hêviyên Hunerê” pêşangehê li dar bixe.    * Mehmet Alî Aydin ku di Sekreteriya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de cih digire, got: "Êdî şansê kurdan tune ku ji yekîtiya neteweyî dûr bisekinin, wê paşde bixin an jî taloq bikin."   * Rewşenbîrên ku di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Öcalan re hevdîtinê bikim" de hatin Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku "Bi Abdullah Ocalan re armanca sereke azadiya civakê ye. Jin dikarin pêşengiya vê bikin."   * Rêveberê IHRNGO'yê Mahmood Amîry-Moghaddam got ku sedema zêdebûna zextên rejîmê li Îranê piştî agirbestê ew bû ku pêşî li xwepêşandanên li dijî rejîmê bigire û got: "Komara Îslamî di qonaxa xwe ya herî lawaz de ye û heke xwepêşandanên nû dest pê bikin, ne diyar e ku ew ê bikaribin wan kontrol bikin."   * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku ew ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd ji Herêma Kurdistana Federe hêvîdar in û got: "Li wir derfeteke çareseriyê heye. Wekî ku birêz Ocalan got, divê avakirina neteweyeke demokratîk li her cihê ku kurd lê dijîn pêk were."   * Welatiyên li gundên Kişle, Çîftlîk û Zozanê Kêrsê ya girêdayî navçeya Qaxizmanê dijîn, diyar kirin ku li gundên wan pirsgirêka av, rê û ceyranê heye û hemû serlêdanên wan bê encam mane û rayedar li hemberî pirsgirêkên wan bêdeng in.   * Girtiyê nexweş Bûrhan Guneş, rexmê nexweşiyên fetqa stû û piştê, şekir, astim nayê tehliyekirin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.    * Li Îdirê berê mişmişên ku ji bo hezaran kesan dibe jêderka debarê bibereket e.    * Rêxistina DBP'ê ya Agiriyê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir kongreya xwe li dar bixe. (11.00)   * Li Baroya Rihayê dê panela "Ji herêmê ber bi netewî ve parastvaniya mafan" bê lidarxistin. (14.00)   * Mihrîcana li Tetwan a Bedlîsê dê di roja 8'an de bi çalakiyên cuda bidome. (17.00)   * Li gelek bajaran dê "Hevdîtinên Civaka Demokratîk" bên lidarxistin. (19.00-20.00)