Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e 2025-07-07 09:03:32   AMED -  Endamê OHD’ê Yakup Demîr diyar kir ku divê saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî beşdarî pêvajoyê bibin û ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas e.    Pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê dabû destpêkirin didome. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku hikumet li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan, sererastkirineke qanûnî bike. Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yakûp Demîr têkildarî pêvajoyê û pêkanîna "mafê hêviyê" axivî.   Demîr bibîr xist ku demeke dirêj e daxwaza rakirina tecrîdê û pêkhatina 'mafê hêviyê' di nava raya giştî ya Kurd de heye û bal kişand ser daxuyaniyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ' mafê hêviyê' jî di raya giştî ya Tirkiyeyê de hatiye nîqaşkirin.   ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ PÊK WERE’   Demîr da zanîn ku di pêvajoya berdewam dike de divê rêziknameyên wekî "mafê hêviyê" nebe mijara bazarê û DMME kesekî ku heta mirinê di girtîgehê de maye wekî "îşkenceyê" dibîne û di vî warî de biryara îxlalkirinê daye. Îxlalkirina DMME'yê ya der heqê Abdullah Ocalan de ku 10 sal berê hat girtin, tevî ku wext derbas bûye jî bi cih nehatiye anîn û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li ser daxwaza rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî mijar nîqaş kir, di destpêkê de di sala 2021'an de maweya salekê da Tirkiyeyê. Demîr wiha axivî: "Bi dayîna muhleta salekê ya Tirkiyeyê tê xwestin ku kêmasiyên di mevzûata têkildar de ji holê bên rakirin. Piştî salekê Tirkiye îdia dike ku guhertinên qanûnî yên pêwîst kirine û agahiyan pêşkêşî komîteyê dike. Lê belê ev mijar komîteyê têr nake. Ji ber vê yekê, di sala 2024'an de bi biryarên navberê yên ji nû ve hatine danîn re, ji Tirkiyeyê tê pirsîn ku di mijara rewşa Birêz Abdullah Ocalan de guhertinek çêbûye yan na û di vî warî de wê kîjan guhertinên qanûnî bike, her wiha ev maf çiqasî bandorê dike."   GUHERTINA TMK’Ê   Demîr anî ziman ku di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) û Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê de divê rêzikname bên çêkirin û ger di qanûnan de sererastkirin ên li gorî biryara 'mafê hêviyê' bên kirin, wê derfetê biafirîne ku hemû girtiyên din ên siyasî ji vî mafî sûdê werbigirin.   Demîr bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat kirin û destnîşan kir ku divê li bangê xwedî derkevin. Demîr destnîşan kir ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Aktorê sereke ye ku hem di nava civakê de hem jî di nava rêxistinê de tê naskirin. Ji ber vê çendê jî pêdivê ye ku ew bi awayekî azad bi alî û pêkhatên evê prosesê re dîdar bike û nerîna xwe ya di bareya çareserkirina evê pirsê de ragihîne. Ji bo pêvajo bi awayekî serketî bimeşe û bigihêje encamekê, di nava van şert û mercan de azadiya Birêz Abdullah Ocalan şert e.”   ‘DIVÊ PÊVAJO CIVAKÎ BE’   Demîr diyar kir ku ji bo naskirina 'mafê hêviyê' û civakîbûna pêvajoyê pêwîstî bi têkoşînê heye û bal kişand ser vî rengî ku divê rêxistinên civakî yên sivîl û maf di vî warî de hewldanên cidî bimeşînin.   Demîr destnîşan kir ku bi serketina pêvajoyê re civakeke aştiyane, demokratîk û azad dikare bê avakirin û got, "Ji bo vê yekê divê her kes berpirsyariyên xwe bicih bîne. Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin. Ev pirsgirêk bêyî desteka civakî nikarin bi pêş ve biçin. Divê ne tenê li ser biryara ku di meha Îlonê were dayîn, divê bi fikirandina rewşa siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê re zextê li hikûmetê bike.”   MA / Rukiye Payîz Adiguzel