‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin 2025-07-08 12:25:21 AMED - Di encamnameya konferansa “Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok” de hate diyarkirin ku di avakirina civaka demokratîk de ji bo “Pergala edaletê ya zarokan” biryara avakirina “Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan” hatiye dayin.  Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 29'ê Hezîrana 2025'an de li Amedê konferansa "Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok" li dar xist. Encamnameya konferansê bi sernavê “Em ê aştî û civaka demokratîl bi zarokan re ava bikin” hate aşkerakirin.    Encamnameya konferansê wiha ye:    “Konferansa me bi beşdariya gelê me, rêxistinên civaka sivîl ên ku bi salan e bi zarokan re dixebitin, nûnerên partiyên siyasî, û hilbijartiyên ku di parlamentoyê û rêveberiyên herêmî de di qada zarokan de polîtîka çêdikin, pêk hat.   Konferans, piştî ‘Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku birêz Ocalan di 27ê Sibatê de kir, ji bo nîqaşkirina rêyên tevlêbûna zarokan di zemîna diyalog û çareseriyê de, diyarkirina amûrên avakirina polîtîkayên zarokan û girtina ezmûn û hewcedariyên zarokan wekî navend hate lidarxistin. Di konferansê de, tundkariya pir alî ya ku zarok di warên siyasî, civakî, aborî û zayendî de di pêvajoyên nakokiyan yên 50 salên dawî yên li herêma me de rû bi rû mane, bi berfirehî hate nîqaşkirin. Li ser bingeha taybetmendiya nakokiyên heyî, nîqaş li ser ezmûnên welatên ku pêvajoyên bi vî rengî jiyane hatin meşandin. Van nîqaşan, ji bo zarokan, nexşerêya demên pêşerojê bi awayekî girîng diyar kir. Konferansa me deriyê derfetên avakirina aştiyê û civaka demokratîk bi zarokan re vekir.   BIRYARÊN DI KONFERANSÊ DE HATINE DAYIN   Konferansê, der barê avakirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev xalên li ser zarokan derxistin holê;   * Divê zarok di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de wekî aktorên civakî û siyasî bên qebûlkirin; bîra kolektîf, ezmûn û hewcedariyên zarokan divê bibin parçeyek avakirina aştiyê û civaka demokratîk.   * Aştî û civaka demokratîk bêyî ku li gorî perspektîfa Rêya Sêyemîn îrade, deng û hewcedariyên zarokan esas bên girtin, nayê avakirin. Divê zarok, gel û saziyên ku di qada zarokan de dixebitin, bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên diyalog û nîqaşê bibin; rêbazên bi hev re fikirîn û çalakî bên pêşxistin.   * Bi vekirina qadên ewle û pêşxistina mekanîzmayên guncav, divê beşdariya zarokan di pêvajoyên aştiyê de bê mîsogerkirin, derfetên axaftinê ji wan re bên peydakirin û rêbazên gihandina daxwazên wan bi destê biryarderan bên afirandin.   * Divê li ser xeta perspektîfa zarokatiyê li şer û pevçûnên pêncî salên dawî were nihêrtin, ezmûnên tundkariyê yên piralî yên ku zarok pê re rû bi rû mane bên tomarkirin. Binpêkirinên mafê jiyanê, tundî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê û xizanîkirin wekî sûc bên belgekirin.   * Ji rastiya ku piştî bêdengkirina çekan jî bandora şer di hişê zarokan de didome, divê bîrên zarokan û salên zarokatiyê yên der barê şer û pevçûnê de bên naskirin û xebatên berfireh bên kirin. Divê daxwazên zarokên ku bûne şahidê şer û pevçûnê û malbatên ku windahî jiyane, esas bên girtin.   * Pevçûnên ku qewimîne, hemû zarokên welat kirine armanca tundkariyê. Di şexsê Uğur Kaymaz, Mehmet Uytun, Enes Ata, Nîhat Kazanhan, Berkin Elvan, Ceylan Önkol, Eren Bülbûl û Rozerîn Çukur de, divê rastiyên der barê binpêkirinên mafê jiyanê yên hemû zarokên “ji aliyê dewletê ve hatine kuştin” bên ronîkirin.   * Polîtîkaya bêcezakirinê di pêvajoyên pevçûnê yên dirêj de normalîze bûye. Ji ber vê mekanîzmayê rastî tê înkar kirin û faîl bê ceza dimînin. Ji bo bidawîbûna vê yekê, ji bo ku zarok bi edaleta rasteqîn bibînin avakirina hêviya kolektîf, misogerkirina edaleta çaksazî û civakîbûna aştiyê pêwîst e.   * Hêza bêîmkaniya edaleta cezadarkirinê ya ku bi salan li welat didome, çiqasî xurt be, lêgerîna edaletê ya xizmên windayan jî ew qas xurt e. Hêviya xizmên wendayan ji edaleta çaksazî ew e ku windahî dubare nebin, dewlet ji nêzîkên windayan lêborînê bixwaze û dosyeyên ku bi demê re qediyane ji nû ve bên vekirin û faîl bên darizandin.   * Ji bo avakirina hêviyên nû ên di derbarê cîhaneke adil a ku di hişmendiya zarokan de di nav pêvajoyên şer û pevçûnan de wêran bûye, divê îrade, nasname û baweriyên wan; bi giştî hebûna wan bê qebûlkirin û îmkan bê dayîn ku ew bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, perwerdeya bi zimanê zikmakî bi mîsogerkirina qanûnî ji bo aştiyê û civaka demokratîk pêwîst e.   MUFREDATA AŞTIYÊ   * Ji ber ku aştiyê ne tenê çaksazî lê di heman demê de berpirsyariya hevpar û pêvajoya ji nû ve avakirinê ye, divê ji bo ku pêvajoyên şer û nakokiyan li tevahiya welat neyên veguhestin bo paşerojê û nifşên dahatû, mufredateke aştiyê bê çêkirin.   * Windahî, şîn û trawmayên civakî, bi têkoşîna kolektîf a li ser daxwaza edaletê û bi xurtkirina bîra civakî dikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinbûna aştiyê û civaka demokratîk bên rakirin û di navbera aliyên nakok û kesên ku ji vê pêvajoyê bandor bûne de qadên diyalog û xebatên çalak bên afirandin.   * Wekî Komîsyona Zarokan a Partiya DEM’ê, me konferansa xwe ne tenê bi berpirsyariya deyn û berpirsyariya li hemberî zarokên ku bi salan bi tundkariyên pir alî re rû bi rû mane û têkoşîna aştiyê ya gelê me, lê herwiha bi hişmendî û berpirsyariya ku zemîna diyalog û çareseriyê ya li welatê me dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe alîkar, pêk anî.   NEXŞERÊ   Li ser vê bingehê, di encama konferansê de nexşerêya komîsyona me ya ji bo dema bê wiha derketiye holê;   * Ji bo derxistina holê ka zarok bi çi awayî ji şer û pevçûnên demdirêj bandor bûne û ji bo diyarkirina rêyên beşdariya wan di pêvajoyên çareseriya nakokiyan de, li Stenbolê organîzekirina konferansekê.   * Ji bo aşkerakirina sûcên ku di 50 salên dawî de li hemberî zarokan hatine kirin, wek binpêkirinên mafê jiyanê, tundkarî, asîmîlasyon, koçberkirina bi zorê, karkirina bi zorê û xizanîkirin, bi tevlêbûna saziyên ku bi zarokan re dixebitin, ji aliyê komîsyona me ve ‘Komîsyona Rastiyê û Nakokiya Zarokan’ wê bê avakirin û xebatên vê komîsyonê divê ji komîsyona ku wê li TBMM’ê bê avakirin re bibe alîkar.   * Ji bo avakirina sîstema edaleta zarokan di avakirina aştiyê û civaka demokratîk de, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê ‘Komîsyona Pergala Edaletê a Zarokan’ bê avakirin û ji bo vê armancê di meha Îlonê de atolyeyek bê organîzekirin û xebatên vê komîsyonê divê ji xebatên zagona demokratîk re bibe alîkar.   * Ji bo lêkolîna ezmûnên welatên ku pêvajoyên çareseriya jiyane, bi tevlêbûna rêxistinên civaka sivîl ên ku bi zarokan re dixebitin divê ‘Komîsyona Zarokên di nava Çareseriya Pevçûnan de’ bê avakirin.   Em, li hemberî polîtîkayên xizanî, bêparî, koçberkirina bi zorê, şixulandina bi zorê, asîmîlasyon û bêcezakirinê yên ku zarok di pêvajoyên şer û nakokiyan de pê re rû bi rû mane, ji bo avakirina aştiyê û civaka demokratîk amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em dizanin ku ‘ger ronahî hebe, cihê zarokatiyê diyar e…’ Hêviya me ew e ku roniya aştiyê ya ku tê vêxistin, bi zarokan re bibe sedema avakirina civakeke demokratîk û azad."