Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne! 2025-07-09 09:10:30 AMED - Ji Koordînasyona Rêxistinkirinê Azîz Ozkan ku "Civînên Civaka Demokratîk" ên li Amedê nirxand, got ku xwedîderletineke zêde ji bo pêvajoyê heye, lê wekatî di warê baweriya bi dewletê de bi fikar in.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo agahdarkirina raya giştî, dîtin û pêşniyazên gel ên li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, "Civînên Civaka Demokratîk" li dar dixe. Tê payîn ku civînên giştî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, heta dawiya Tîrmehê biqedin.   80 CIVÎN   Rêxistinên civaka sivîl, sazî û komeleyên li bajêr jî di civînên giştî yên li Amedê de cih girtin. Di civînên giştî yên ku hatin lidarxistin de, gotarên li ser pêvajoyê hatin xwendin, pirsên ji raya giştî hatin bersivandin û pêşniyaz hatin wergirtin ku têkoşîna siyasî ya demokratîk divê di vê pêvajoyê de çawa be. Heta niha li Amedê zêdetirî 80 civîn hatine lidarxistin.   ENCAM DÊ WEKÎ RAPOR BÊ AMADEKIRIN   Azîz Ozkan di nava Koordînasyona Rêxistinkirinê ya ji bo civînên giştî hatiye damezrandin de cih digire, diyar kir ku armanca wan ew e ku pêvajoyê civakî bikin û got ku wan civînan li ser bingeha pirsên "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê çawa be?"li dar xistine. Ozkan bilêv kir ku wan ji bo bersivdayîna banga Abdullah Ocalan kampanyaya rêxistinkirinê daye destpêkirin û got ku wan pêvajoyê li park û taxan bi gel re nîqaş kiriye û pêşniyaz û rexneyên gel wergirtine. Ozkan da zanîn ku ew ê encamên civînan bikin rapor û ragihînin.   Ozkan diyar kir ku gel ji aliyê têgihîştin û nirxandinê ve xwedîderketina xurt a pêvajoyê girtiye ser xwe û got: "Armanca me ew e ku têkoşîna aştiyê veguherînin aştiyek birûmet, mafên gelê kurd veguherînin destkeftiyan. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan civakî bikin."   FIKAR   Ozkan destnîşan kir ku raya giştî di civînan de piştgiriyeke xurt daye pêvajoyê, lê negavavêtina dewletê fikar zêde kirine û got: "Fikar hene ku desthilat vê pêvajoyê ji têkoşîna aştiyê derxîne û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em rave dikin ku ger em xwedî li vê pêvajoyêderkevin, ev fikar dê kêm bibin, lê ger em xwedî li pêvajoyê nekin, ev fikar dê rast derkevin. Ji bo ku ew têk neçe, divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber vê yekê em pir girîngiyê didin pêvajoyê."   DAXWAZÊN GEL   Ozkan daxwazên berbiçav ên gel di civînan de wiha rave kir: "Ew dixwazin êdî balafirên şer ji Amed ranebin, perwerdehiya bi zimanê dayikê û tavilê serbestberdana girtiyên siyasî. Ew dixwazin girtiyên nexweş bêyî şert û mec serbest bên berdan."    Hacîre Alkan, yek ji welatiyên ku beşdarî civînan bûye, rexne li dewletê kir ji ber ku piştî banga Abdullah Ocalan gav neavêtiye. Hacîre Alkanê diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: "Em kurd in, em hene. Em ê heta mirinê bibêjin em hene."   Welatî Hasan Orak got: "Tiştên ku Abdullah Ocalan gotiye ji sedî sed rast in. Ger kurd li gorî perspektîfa Ocalan tevbigerin, ez bawer dikim ku ew ê bi ser bikevin."   Welatiyê bi navê Mehmet Mehdî Hoşer jî diyar kir ku ew pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin û got ku divê dewlet rastgo be. Hoşer got: "Ev mirov ne mirovên sed sal berê ne. Ev mirov hişyar, zana û xwedî ezmûn in. Em ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş û hêvîdar in."   Ji welatiyan Mucahît Ekdî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan bi salan e li ser pêwîstiya xurtkirina rêxistinê israr dike û got: "Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên me hemûyan hene. Civîn ji bo fêmkirina pêvajoyê, tiştên ku em ji pêvajoyê dixwazin û ji bo bersivdayînê tên lidarxistin. Ger ev nebe, em nikarin bersiva pêvajoyê, serokê xwe an jî daxwazên partiya xwe bidin. Ger pêvajo bixwaze em yekgirtî bin, em ê bibin yek da ku em bi ser bikevin."   MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel