Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir 2025-07-09 11:16:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta demkî ya Şamê re dest pê kir. Nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.  Civîna di navbera Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li Şamê dest pê kir. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.   Îro di çarçoveya berdewamiya civîn û diyalogê ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihiştibû Şamê.   Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya cîbicîkirina gavên peymana di 10’ê Adarê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de hatibû mohrkirin, di 1’ê Hezîranê de li Şamê bi şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hevdîtineke fermî kiribû.