Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin 2025-07-11 09:33:20 ÎZMÎR - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, got: “Ez ê bi serfirazî têkoşîna xwe bidomînim. Divê her kesên di bin zexta îktîdarê de cudahiyên xwe bidin aliyekî û hevkariyê mezin bikin.”    Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, di 1’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyê de tevî Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglû û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê Heval Savaş Kaya hate binçavkirin. Soyer jî di nav de 35 kes bi îdiaya “nelirêtiyê” hatin girtin. Yek ji îdiaya girtinê jî “Bi awayekî nelirê bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê, hîleya di îhaleyê de û şêlandina biwesf” bû.    Tunç Soyer ku di Foruma Aştiyê ya Îzmîrê de jî cih girtibû, di heman demê de ji Hewldana Civakî ya Ji Bo Aştiyê heta gelek cihên din di têkoşîna aştiyê de cih digire. Di heman demê de Tunç Soyer demekî dirêje di têkoşîna demokrasiyê de cih digire. Dema Soyer Şaredarê Seferîhîsarê bû, di sala 2016’an de li Şaredariya Sûrê qeyûm hate tayînkirin û Soyer bi gotina “Qeyûm, derbeyeke li dijî vîna gel e, kesek nikare biratiya me ya bi gelê Sûrê re xerab bike” bertek nîşan dabû.    Tunç Soyer ku hefteyeke li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe pirsên me bersivand.    ‘YÊN JI BO DEMOKRASIYÊ TÊDIKOŞIN BEDEL DAN’     Soyer, da zanîn ku zêdetirî 50 sal in di nava têkoşîna demokrasî û aştiyê de cih digire û got: “Kesên li Tirkiyeyê di nava vê têkoşînê de cih digirein teqez bedel dan. Hinek ji wan bi canê xwe, hinekan jî bi îşkence, sirgun û girtîgehan bedel dan. Yên sivik derbas kirin jî hebûn lê teqez bi awayekî bedel dan. Para min jî bû ev. Lewma ez şaş nemam û neketim nava tirsê. Bêguman ez ê vê têkoşînê bi serfirazî û bi parastina serhildana xwe bidomînim.”    'DAWIYA WAN TÊ’    Bi domdarî Soyer anî ziman ku têkoşîna aştî û demokrasiyê îktîdarê aciz dike û wiha pê de çû: “Sedema sepanên neheq, bêhiqûqî û bêedalet a serdestan, dijbertiya wan a li aştî û demokrasiyê ye. Hebûna xwe li ser vê didomînin. Lewma her ku dor li îktîdara wan tê girtin, bêtehemûliya wan a li dijî aştî û demokrasiyê jî zêde dibe. Her ku tirsa jidestdana îktîdarê zêde dibe jî tevdîrên girantir ên zalimane digirin. Bi kurtasî, zêdebûna hejmara girtiyên siyasî, zêdebûna zextan wan, nîşaneya nêzbûna dawiya wan e.”    'EM DI HEMAN XALEKE HEVPAR DE BÊN GEL HEV’     Soyer, bi lêv kir ku divê têkoşîn bi piştevaniyê bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû derdorên muxalefetê têkiliya di navbera xwe de xurt bikin. Ji bo têkoşîna li dijî îktîdarê jî divê li dora heman xelekê bicivin. Heke eniyeke muxalefetê ya derve ya xurt neyê avakirin, muxalefeta li hundir dê zêde bibin. Bila kesek reşbîn nebe, zêdebûna zext û zilmê, nîşaneya têkçûna wan e. Rêya bilezkirina vê têkçûnê jî ne hêrs e, piştevanî û domandina têkoşînê ye. Divê hemû kesên zexta îktîdarê li ser wan e cudahiyên xwe bidin aliyekî û hevkariyê mezin bikin.”    MA / Tolga Guney