Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje 2025-07-11 15:55:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên ku merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin, gotin: “Êdî tu hinceteke dewletê nema, bila gav biavêje.”    PKK’ê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma şewitandina çekan li dar xist. “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji 15 jin û 15 zilaman pêk dihat, di torenê de got: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike. Ji bo ev armanc pêk were, em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.”    Dayikên Aştiyê ku li navçeya Qoser a Mêrdînê kêlî bi kêlî merasîm temaşe kirin, kêliyên hestiyar jiyan û hêsir barandin. Piştî temaşekirina dîmenan, çepik hatin lêxistin, dirûşm hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, hestên xwe yên têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de parve kirin.    ‘ROJEKÎ PÎROZ E’    Dayika Aştiyê Ferha Akbulut îroj weke rojeke pîroz nirxand, hêsir barand û got: “Dayikan her tim aştî û wekhevî xwestin. Lewma em careke din bang li dayikan dikin, bila dayikên leşker û gerîlayan rabin ser pêyan û bibêjin ‘êdî bes e.’ Bila bibêjin ev roj bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê. Bila zarokên me yên li çiyê û girtîgehan bila êdî bi dayik, bav û dostên xwe re bin. Bila bes dilê dayikan bişewite.”    ‘JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’     Dayika Aştiyê Selma Ozturk jî got: “Rêbertiyê biryareke pîroz û dîrokî da. Hevrêyên wî û partiya me gavekî dîrokî avêt. Divê jin bibin pêşengên vê pêvajoyê. Em ê paradîgmaya Rêbertiyê bicih bînin. Heta azad dibe em ê têbikoşin û li ser pêyan bin.”    ‘BILA DEWETL ÊDÎ GAVAN BIAVÊJE’    Dayika Aştiyê Tenzîle Agatay: “Em minetdarên Ocalan in. Ez kesên tev li merasîmê bûn û çekên xwe îmha kirin jidil hembêz dikim. Spasiya hemû kesên ev gav avêtin dikim. Çawa ku Rêbertiya me gav avêt, divê dewlet jî biavêje. Zêdetirî 40 sal in xwîn dirije. Me ciwanên xwe winda kir, wan jî gelek winda kirin. Hêvîdarin her tiştek baş bibe.”    Dayika Aştiyê û dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay, Rabîa Kurtay jî got: “Em li pişt Rêbertiya xwe ne. Me ewqas bedel da. Em naxwazin êdî mirin çêbibe. Çawa ku Rêbertiya me gav avêtibe, divê dewlet jî biavêje. Li vê cîhanê cihê me tevan heye. Êdî dema jiyaneke bi aştiyê ye.”    'DORA DEWLETÊ YE’    Dayikên Aştiyê yên merasîm li Wanê temaşe kirin jî xwestin dewlet gavên şênber biavêje. Ji dayikan Nazli Acarê got: “Divê ev pêvajo demildest bi aştiyê biencam bibe. Êdî tu hincet ji dewletê re nemane. Hemû gavên pêwîst hatin avêtin û çek hatin îmhakirin. Divê dewlet jî gavên hewce biavêje. Ez gelek bi kelecan im. Em bi destên hev bigirin û aştiyeke mayinde pêk bînin.”    'KELECAN Û KEYFXWEŞÎ’    Dayika Aştiyê Kewê Işik, Besna Aydogan û Rabîa Algor jî gotin ku êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye, wan dîmen bi kelecaneke mezin temaşe kirine û divê tavilê pêşiya rijandina xwînê were girtin.