Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye 2025-07-11 17:02:13   ÎZMÎR - Fîkret Ataş ê ku piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan, got: “Em kelecana azadiya fîzîkî dijîn lêbelê ev ne bes e. A girîng azadiya civakî ye.”   Fîkret Ataş (55) ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Bucayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Ataş, ji aliyê malbatê û rêvebirên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHADER) hate pêşwazîkirin.   Ataş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Em kelecana azadiya fîzîkî dijîn lêbelê ev ne bes e. A girîng azadiya civakî ye. Li gorî baweriya me divê em bi gel, ziman, çand û baweriya xwe ve azad bin. Em kelecana pêvajoya nû dijîn.”   Ataş, bi malabata xwe re ber bi Stenbolê ve bi rê ket. Ataş, piştî Stenbolê dê biçe Dêrsimê.   FÎKRE ATAŞ KÎ YE?   Ataş ê ku di sala 1994’an de li Sêwazê hatibû girtin, Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Kayseriyê, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê muebbedê daye. Tehliyeya Ataş, ji ber “Redkirina poşmaniyê” 9 meh hatibû astengkirin. Ataş ê ku li girtîgehên Yozgat, Mereş, Enqere, Çankiri, Çewlig û Meletiyê maye nexweşiyên wî yên çav, mîde û rovî heye.