Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da 2025-07-13 14:59:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî gotina Erdogan a “Em her sê dê bi hev re bimeşin” axivî û got: “Ev gotin têkildarî pêvajoyê bû û tu bazarî nehatine kirin.”    Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “AKP, MHP û DEM Partî, me biryar da ku di vê rêyê de bi hev re bimeşin.” daxuyanî da.     Çelîk, da zanîn ku Erdogan ew gotin têkildarî birêvebirina pêvajoyê de bû û got: “Pêvajoya dan-standinê nîne. Em dixwazin li rexneyan guhdarî bikin lê tu zemîneke rast ê berevajîkirina gotinan nîne. Serokkomarê got ku bi temamkirina vê pêvajoyê re dê hemû qadên tên îstîsmarkirin bên girtin û kesên di vê mijarê de misyonek li xwe girtin, yên sûdê ji hebûna terorê digirin û ji xwe re qada siyasî û îktîdarê afirandin dê bêkar bimînin.”    Çelîk, îşaret da ku di rojên pêş de li Meclisê komîsyonek were avakirin.