Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin 2025-07-14 15:50:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Metro ya Parastina Rojnamegeran, diyar kir ku di nava 6 mehan de 201 çalakiyên nerazîbûnê hatine lidarxistin û di van çalakiyan de 100 rojnamevan, çalakvan û welatî hatine binçavkirin.   Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan li Silêmaniyeyê amarên şeş mehên destpêkê yên çalakî û nerazîbûnên li Herêma Federe ya Kurdistanê belav kir. Navenda Metroyê diyar kir ku di nava şeş mehan de li tevahiya Herêma Kurdistanê 201 çalakiyên nerazîbûnê hatine lidarxistin. Ji van çalakiyan 111 jê li Silêmaniyeyê, 57 li Hewlêrê, 6 li Dihokê, 8 li Helebceyê, 8 jê li Îdareya Raperînê û 11 jî li Îdareya Germiyanê hatine lidarxistin.    Navenda Metro aşkera kir ku di dema van çalakiyan de 100 rojnamevan û welatî hatine binçavkirin. Herî dawî jî duh bi şev di nerazîbûnên li bajaroka Wertê de welatiyek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat qetilkirin.   Hat diyarkirin ku 61 çalakî ji ber nedana muçeyan, 31 çalakî ji ber nebûna xizmetguzariyan çêbûne. Di raporê de hate gotin ku zêdebûna çalakiyan hişyarbûna civakê nîşan dide û hat xwestin di dema xwepêşandan û nerazîbûnan de hêzên ewlehiyê astengiyan ji rojnamevanan re dernexin. Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî ji ber binpêkirin, binçavkirin û pêkhatina tawanan Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê xistiye nava xeta sor de.