Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê 2025-07-15 11:13:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Şamê ragihand ku hêzên hikumetê ketine nava bajarê Siwêdayê.   Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz a Şamê ragihand ku hêzên wan ketine bajarê Siwêdayê û rewşa awarte hatiye îlankirin. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku hêzên hikumetê dest bi ketina nava bajarê Siwêdayê kirine ku di bin kontrola şervanên durzî de ye.   Li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin. Wezareta Parastinê ji şêniyên Siwêdayê xwest ku "li malên xwe bimînin û liv û tevgera hemû komên neqanûnî ragihînin."   Beriya niha bi demeke kurt lîderên rûhanî yên Durzî belavokek weşandin û diyar kirin ku wan ketina hêzên hikumetê ya li nava bajêr pejirandine û bang li komên Durzî kirin ku çekên xwe radest bikin.   Şer destpêkê di navbera şervanên Durzî yên li herêmê û qebûleyên Bedewî de rû da ku Şam piştgiriya wan dike.