Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin 2025-07-17 20:21:59   ENQERE - Li Girtîgeha Kirşehîrê gardiyanan, ji ber pêvajoyê sixêf li Bahçelî û Erdogan kirine û cendirmeyên girtîgehê jî, bi "darbeyê" gef li girtiyan xwariye.    Girtî Huseyîn Karahan ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê, di hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re, ragihand ku piştî gavên ku têkildarî bangê û pêvajoyê hatine avêtin, îdareya girtîgehê û gardiyan tim gefan li wan dixwin. Karahan ragihand ku gardiyanan gefa "em ehlê Umît Ozdag in" li wan xwariye. Her wiha Karahan ragihand ku gardiyan û hin personelan sixêf û heqaret li Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kirine.    BI DARBEYÊ GEF LI WAN XWARINE   Îsmaîl Tuzun ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirehîrê jî, îro bi rêya telefonê bi birayê xwe Îsmaîl Tuzun re axivî. Tuzun ragihand ku bi pêvajoyê re binpêkirinên mafan û provakasyon jî zêde bûne. Tuzun ragihand ku gardiyan bi awayekî fizîkî jî êrişê dibin ser girtiyan û got: "Çêran bi nirxên me û rûmeta me dikin. Her wiha leşkerek, ji hevalekî girtî re gotiye 'Hela bila darbe çêbibe, em dizanin em ê çi bikin ji we.' Li her derî êriş tên kirin û zêde bibin. Tim provakasyon çêdibin. Em çi qas hesas tevdigerin jî, ew nasekinin. Ger tiştek bibe, berpirsê wê ne em in. Ez bang li yên derve û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldanê dikim. Teqez divê ev bang bigihê wê; ez dixwazim werin vir; dibe ku ji nişkave êrişeke mezin çêbibe. Bila her kes zanibe û hesas tevbigere."    MA/ Mehmet Aslan