'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e 2025-07-18 09:47:39 DÊRSIM – Li Dêrsimê di 19-20 'ê Tîrmehê de wê "Komxebata Dayikan" bê lidarxistin. Rêvebera DAD'ê Fethiye Yildirim got, "Em ê baweriya xwe ya hewl tê dayîn ji cewhera wan bê qutkirin, bi dayikan re careke din nîqaş bikin." Meclisa Jinan a Elewiyên Demokratîk (DAD) wê di 19-20'ê Tîrmehê de li bajarê Dêrsimê "Komxebata Dayikan" li dar bixe. Di komxebatê de bi navê ''Heqîqet Rêya Dayikê ye'' wê panelên bi sernavên ''Raa/Rêya Heq - Di Baweriya Elewîtiyê de Jin'', ''Rêxistiniya ocakê û rola rêbera sereke'', ''Bi perspektîfa Jîneolojî-Zanista Jinê li Elewîtiyê binerin'' û ''Ji nû ve avakirina çanda Ocaxê bi bêqisûrbûna dayik/jinê û peywirên me'' wê werin çêkirin.     Endama Desteya Rêveber a DAD'ê Fethiye Yildirim li ser komxebatê axivî.   BAWERIYA RÊYA HEQ    Fethiye Yildirim diyar kir ku ew ê li ser baweriya Riya Heq nîqaşan bikin, bal kişand ku ev nîqaş wê bi dayikan re bên kirin û wiha axivî: "Baweriya bi Rêya Heq tê çi wateyê? Ev bawerî li cografyaya Dêrsimê hebûna xwe jiyaye û didomîne. Lê belê li gel vê yekê, dejenerekirin û polîtîkayên asîmîlasyonê di vê baweriyê de hin kêmasiyan derdixîne holê. Mînak di çanda me ya dayiktiyê de jin dayikek e. Em civakeke ku ji her hebûnê re maf îlan kirine. Em ji lambeyên ku em şiyar dikin re dibêjin 'ronahî'. Delîla ronahiyê ronîbûn e. Ronahî ronîbûn e, ronîbûn jî heqîqet e. Beriya her tiştî rêya ku em jê re dibêjin baweriya riya Heq; civaka razîbûn , parvekirin û jiyana komînal e. Dema ku em jinên di vê civaka komunal de difikirin, jin jiyan e."   DI ELEWÎTIYÊ DE ÇANDA OCAXÊ   Fethiye Yildirim bal kişand ku "Çanda Ocax" di pêvajoya dawî de piştre di civaka Elewî de hatiye avakirin û wiha got: "Ev çand piştre hatiye civaka me. Dema ku em dibêjin Ocax, jineke ku li ber agir radiweste tîne bîra mirov. Ew jin e ku agir vêdixîne, serî li rîtuelan dide û wê civakê kom dike. Ocax tûjiya nava malê ye. Ew bi destê jinê tê kilîtkirin. Xwedîliyên wê Ocaxê dayikên me ne. Ew in ku di rêya heqîqetê de dimeşin. Piştre kirine formeke mêr. Em ê pirsên wekî: Pîrên dayik (rêberên ruhanî) berê hebûn? Ocax çawa hatin avakirin? Serdanên me çawa pêk hatin? Me civata razîbûnê çawa tecrube kir? Me dubarekirin çawa tecrube kir? Me cemên xwe çawa bi rê ve birin? Em ê careke din van pirsan bipirsin."    Fethiye Yildirim, anî ziman ku cemên di pêvajoya dawî de hatine avakirin wekî "performansa şanoyê" hatine avakirin û wiha pê de çû: "Di pratîka me de cem ne tenê helbestên ji zû ve tên xwendin in. Ew nefes ji wijdan û dilê we bi ruhê heqîqetê derdikeve. Em ê baweriya xwe ya hewl tê dayîn ji cewherê xwe qut bibe, dîsa bi dayikan re nîqaş bikin. Em ê vê yekê ne tenê bi yên dinivîsînin û lêkolîn dikin re, di heman demê de bi yên ji dema bihurî heta roja îro anîne re biaxivin. Ez bawer im ku gelek tiştên wan hene ku divê bibêjin."   JIN AFÎRÎNERÊN CIVAKA KOMUNAL IN   Fethiye Yildirim diyar kir ku jin afirîner û berdewamkarên civaka komunal in ku îro tên axaftin û bal kişand ku li dijî şerên ku îro berdewam dikin jin jî aştîxwaz in. Fethiye Yildirim bal kişand ser entegrasyona dayik û xwezayê û got, "Ya ku aştiyê bîne jî jin e. Niha dîsa gelek caran tê axaftin. Nivîsandina Dayika Fatma yan jî 'kullak' a li ser serê jinê ku em jê re dibêjin bêhikum, sembola aştî û edaletê ye. Çoyê di destê wê da darika rastê ye. Çek û amûrên jêkirinê bi kar nayne. Heta ew loqmaya xwe jî bi destê xwe parve dike. Em ne li dijî ti baweriyê ne. Eger civakek baweriya xwe winda bike, her tişt winda kiriye. Ev bêhn tenê ji bo te tê? Ev bêhn bi we re li hewayê tevlihev dibe. Hûn pê re girêdaneke demdirêj dafirînin. Hîmê herî mezin ê aştiyê di nava vê baweriyê de ye. Gelo em komunîzmê dixwazin? Civaka komunal li vir e.”     Fethiye Yildirim da zanîn ku dema baweriya 'dayiktiyê' li cewhera xwe vegere, wê her tişt bikeve dewrê û got, "Bi vî rengî em ê ji vê zîhniyeta nêrza rizgar bibin. Di nava me de wekhevî heye. Ti cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Em zilaman dernaxin; berteka me li dijî bêtehemûliya wan a xwe ji vê zihniyeta mêrsalarî rizgar bikin e. Divê mirov vê jî bizanibe. Divê ji xwe bipirse, 'ez li ku me?' Eger hûn li kûrahiya ava ku hûn difikirin biherikin, binihêrin û vexwin, hûn ê li cewhera xwe vegerin. Tu fam dikî ku tu kî yî. Tu xwe digihînî bêkêmasîya mirovan. Bidestxistina bêkêmasiya mirovan ne ew qas hêsan e. Divê tu dev ji her tiştî berdî. Divê hûn bi her tiştî re bibin yek."   MA / Şîrvan Şîlan Çîl