Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin 2025-07-18 13:38:11   ENQERE - Girtiyê ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Aksarayê dimîne Hasîp Avşar bi hinceta ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nake cara duyemîn tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    Hasîp Avşar ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Aksarayê girtî ye, bi biryara Desteya Îdarî û Şopandinê cara duyemîn ji bo 3 mehan tehliyeya wî hat taloqkirin.    Tevî ku diviyabû Avşar di 30'ê Adarê de bihata berdan jî, Desteya Îdarî û Şopandinê ku di 25'ê Adarê de li hev kom bû, ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir, serbestberdana wî bi 3 mehan taloq kir. Nirxandina din taloqî 1 'ê Tîrmehê hat kirin. Di dema hevdîtina ku wê dîrokê pêk hat de serbestberdana Avşar ji ber heman sedemê 3 mehan dîsa hat taloqkirin. Desteya Îdarî û Şopandinê wê di 2'ê Cotmehê de rewşa Avşar binirxîne.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, li dijî astengkirina berdana Avşar serî li Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de hat xwestin ku komîsyon li cihê bûyerê lêkolîn û raporan bike û ji bo rakirina gilînameyan sererastkirinên qanûnî werin kirin.    Avşar di sala 1995 an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Hate hînbûn ku Avşar a ku li gelek girtîgehan maye û girtiyê nexweş e.