Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket 2025-07-18 18:54:14     HATAY - Girtî Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî û ji ber rapora ATK'ê der barê wî de biryara berdanê hatibû dayîn, ji girtîgehê derket.    Piştî biryara berdanê ya der barê girtiyê nexweş Siddik Guler ê 85 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê de, Guler ji girtîgehê derket. Rêxistinên bajêr û navçeyê yên Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzera wî Mehtap Sertê, Guler pêşwazî kirin. Guler, paşê derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê bû. Guler, dê tevî malbata xwe ji vir ber bi Amedê ve bi rê bikeve.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Parêzerên Guler, ji bo muwekîlê wan sewqî ATK'ê bê kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabûn. Guler, di 20'ê Hezîranê de sewqî ATK'ê hatibû kirin. Lijneya Îhtisasê ya 11'emîn a ATK'ê, rapora xwe ya têkildarî muayeneyê di 27'ê Hezîranê de amade kiribû. Lijneyê di biryara xwe de, îşaret bi temenê Guler, tenduristiya wî, dermanên bi kar tîne û raporên nexweşxaneyan kir û rapora "nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne" amade kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, nivîs ji midûriyeta polîsan a Peyas a Amedê re nivîsandibû û pirsî bû ku Guler "ji bo civakê talûke ye yan na?"    Piştî biryara midûriyeta polîsan ku vê sibehê dabû, der barê Guler de biryara berdanê hatibû dayîn.