Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû 2025-07-26 16:39:58 AMED – Girtiyê bi nexweşiya giran Rojhat Ozkan, piştî xilasbûna cezayê wî tehliye bû. Girtiyê bi nexweşiya penceşêr û KOAH’ê Rojhat Ozkan ê ku li Girtîgeha Manavgatê dihate ragirtin, piştî 15 salan duh tehliye bû. Ozkan ê ku hate Amedê bi awayeke girseyî hate pêşwazîkirin. Girseya ku Ozkan  pêşwazî kir dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Tevî malbata Ozkan, rêvebirên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û nûnerên partiya siyasî beşdarî pêşwaziya bûn.    Pişt re Ozkan, derbasî mala xwe ya li navçeya Peyasê bû.