Li Depê konsereke bi coş 2025-08-02 09:50:52 XARPÊT – Di çarçoveya Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê de konsereke bi coş hat lidarxistin. Omer Ocalan di mîhrîcanê de axivî û got, "Niha dema azadiyê ye; ev yek xwedîderketin û têkoşînê dixwaze."    Di Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê ku ji aliyê Şaredariya Depê, navçeyên Kigi-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedîsu, Komeleya Alîkarî, Pêşvebirin û Çandê (KAYY-DER), Federasyona Komeleyên Karakoçan (KAR-DEF), Komeleya Karakoçan a Ewropayê (AV KARDEP) ve hat organîzekirin, konserek hat lidarxistin. Di konserê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, rêvebirên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî amade bûn. Li qada konserê pankartên bi nivîsa "Em ê destûrê nedin xerakirina hawirdor û xwezaya xwe, ji projeyên GES'ê re Na" hatin daliqandin.   Konser, li gel stranên Dengbêj Delal bi stranên dengbêjan hatin gotin, bi govendan dest pê kir. Piştî pêşandana Govendên Gelêrî ya Jinan a Zelxider bi axaftinan berdewam kir.   EV NE TENÊ ŞAHÎ YE    Di destpêkê de Hevseroka Şaredariya Depê Eda Dûrmûş axivî û diyar kir ku mîhrîcan ne tenê şahî ye, bîranîn û destpêkeke nû ye. Eda Dûrmûş wiha axivî: "Ya ku vî gelî zindî dihêle çand, xweza û israra wan a di jiyana di aştiyê de ye. Wezîfeya me ew e ku em li van xakan dengê aştiyê bilind bikin, keda jinê bidin xuyakirin û xwedî li xeyalên ciwanên me û bîranînên mezinên xwe derkevin. Em îro bi hev re vê mîhrîcanê bi berxwedana jinê, nefesa xwezayê û xwêdana kedkaran re dikin rastiyek." Hevşaredarê Depê Cafer Ogur jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku tevî êşên hatine jiyîn jî gel bi biryardarî radiweste û got Ogur bang li ciwanan kir û xwest ku çi dibe bila bibe berê xwe bidin Depê.   'EM Ê LI TÊKOŞÎNA KURD Û KURDISTANÊ XWEDÎ DERKEVIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku divê her kes ji bo pêvajoyê têbikoşe û wiha got: "Bi sekna gelê me yê li cem nirxên xwe cih digire re, em ê li vir parastina vîn û nasnameya gelê xwe bidomînin. Em dê bi awayekî komî li pêvajoyê xwedî derkevin. Ev berxwedana gel pir baş dizane. Ew ji ku dizanin? Ji Kawayê hemdem Mazlûm Dogan, Delîl Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz. Em ê bi awayekî kolektîf wê kevneşopiyê hembêz bikin û bidomînin. Bi salan nasname û baweriya Kurdan înkar kirin. Lê belê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê Kurdan ala azadiyê hildane. Divê em di vê rêyê de bimeşin. Îdîa û berpirsyariya me mezin e. Ev erdnîgarî baş dizane berdêl çi ye, têkoşîn tê çi wateyê. Her tim li dijî zilmê serî rakiriye. Niha dema avakirina aştiyê ye; em li benda azadiyê ne. Dem dema azadiyê ye û ji bo vê jî xwedîderketin û têkoşîn lazim e. Di pêvajoya em dixwazin ava bikin de gelên Tirk û Kurd dixwazin destê hev dirêj bikin û pêvajoya aştiyê ava bikin. Gelê Kurd ji pêvajoya aştî û çareseriyê re amade ye. Divê em fikrên Rêbertiya xwe û partiya xwe li her derê ragihînin û bi rêxistin bikin. Divê em li Tirkiye û Kurdistanê azadiyê ava bikin û pêş bixin. Eger em bi rêxistinî bijîn, wê deriyên çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me vebe.”   Piştî axaftinan konsera bi coşeke mezin a bi pêşandanên Zînar Sozdar û Rojda dewam kir. Li aliyê din polîsan destûr neda pankartek ku bi nivîsa "Dîroka Kurdan ne bi şûr lê bi hesin helandinê tê nivîsandin" li qadê hatiye nivîsandin.