Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e 2025-08-03 09:51:12 ENQERE - Endamên Meclisa Ciwanên HDK'ê bal kişandin ku ji bilî komîsyona ku dê li meclisê bê avakirin, bi guhertinên destûra bingehîn çareseriyên demdirêj dikarin pêk bên. Komîsyona ku dê di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de li meclisê bê avakirin dê civîna xwe ya yekemîn di 5'ê Tebaxê de pêk bîne. Di civînê de wê prosedur û prensîbên xebatê yên komîsyonê werin nîqaşkirin û li ser esasê nirxandinên endaman biryar werin girtin. Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dan xuyakirin ku li gel xebatên komîsyonê yên ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd, guhertinên destûra bingehîn jî pêwîst in.   GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN   Elîf Aslan diyar kir ku komîsyona li meclisê bê avakirin di warê pêvajoyê de girîng e û wiha got: "Yên ku wê di pêvajoyê de cih bigirin, pêwîste ji aliyê hiqûqî ve bê mîsogerkirin. Ji bo ev pêvajo veguhere destketiyên mayînde, hin guhertinên di asta parlamenterî yan jî destûra bingehînî de pêwîst in." Elîf Aslan da zanîn ku mafên çandî yên Kurdan û gelên din ji dest tên girtin û ji bo guhertina van polîtîkayan pêwîstî bi rêziknameyên destûra bingehînî heye.   Elîf Aslan anî ziman ku divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) jî bê rakirin û wiha got: "Yên ku raporên wan hene diyar dikin ku nikarin di girtîgehê de bimînin, hê jî li hundir in. Tevî biryarên DMME jî bersûcên doza Kobanê tên ragirtin. Eger qanûnên heyî bi cih bihatana anîn, ev gel wê azad bûya. Divê komîsyon ji bo mirovên ji ber nêrînên xwe yên siyasî ne girtî ne bixebite."   DI ÇARESERIYÊ DE ROLA CIWANAN   Şevval Çaşurluk  da zanîn ku divê jinên ciwan di navenda pêvajoyê de cih bigirin û wiha got: "Divê ciwan xwe weke mijara damezrîner a civaka demokratîk bibînin û vê berpirsyariyê hîs bikin." Şevval Çaşurluk anî ziman ku divê aştî ji her malbata li welêt re bê vegotin û wiha axivî: "Divê em zelal bin bê em aşiyeke çawa dixwazin. Şewitandina gundan, komkujî û îşkenceyê tên înkarkirin. Divê ev bên hemberî hev. Ji bo avakirina aştiya civakî em ê girîngiya vê pêvajoyê ji her ferdekî re rave bikin."    Şevval Çaşurluk bertek nîşanê gotina hikûmetê ya 'Tirkiyeya bêteror' da û got, "Ev ziman ji hilberîna kodên fermî yên netewperest û zayendperest û her wiha kodên wê yên şovenîstî pê ve ne tiştekî din e. Bi gotineke din, rewşa xetimandina pêvajoyeke gengaz jî rewa dike. Em vê qebûl nakin. Têkoşîna herî rewa li ser vê axê hat meşandin. Divê bi rêziknameyên makezagonî tevlîbûna gerîllayan a di nava siyasetê de bê misogerkirin. Divê bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe. Divê rûbirûbûn bi rêya rêziknameyên destûra bingehîn pêk were."   Jiyan Bahadir diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî tevlîhev ên Rojhilata Navîn e û ji ber vê yekê ne tenê Tirkiye tevahiya herêmê eleqedar dike. Jiyan Bahadir da zanîn ku weke HDK ew xebatên xwe yên der barê pêvajoyê de dewam dikin û anî ziman ku ewê li dibistanan standan ava bikin û ji bo nîqaşkirina mijara "Sosyalîzma Civaka Demokratîk" panelan lidar bixin û wiha axivî: " Em plan dikin ku di demeke nêz de li ODTU panelekê lidar bixin."    Bahadir bal kişand ku yek ji girîngtirîn madeyên rojevê yên pêvajoyê li dijî tiryakê têdikoşe û diyar kir ku tiryak ciwanan ji jiyana civakî dûr dixîne û nirxên komunal xesp dike û wiha got: "Tiryak astengiya herî mezin a li pêşiya jiyana civakî ye. Em ê di vê mijarê de bêwestan bixebitin. Weke Meclisa Ciwanan a HDK'ê, bi avakirina însiyatîfan bi saziyên din re em ê ciwanan bi nêzîkatiyeke tevlîkar, exlaqî û polîtîk re entegreyî civakê bikin."