Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e 2025-08-04 16:08:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed, diyar kir ku avakirina Sûriyeya nû, bi naskirina nasnameya hemû pêkhateyan pêkan e û wiha got: "Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya avakirina Sûriyeya nû de bi cih bîne.” Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di "Komxebata Siyasî ya Şehbayê" de axivî. Komxebat, bi dirûşma "Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" li Reqayê hat lidarxistin. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku lihevkirina niştimanî û dan û standin tekane rêya çareseriya aloziya li Sûriyeyê ye û got: “Çareseriya siyasî û lihevkirina giştî bi piştgiriya navneteweyî girîng e.”   Di berdewamê de Îlham Ehmedê destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Sûriyeyê bi lihevhatina civakî heye û wiha dewam kir: “Divê xebatên civakî yên rast werin çalakkirin. Tevliheviya heyî ne ji berjewendiya tu kesî ye. Rêveberiya Xweser ji bo ewlekariyê amade ye, tişta bikeve ser milê xwe dê pêk bîne. Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya avakirina Sûriyeya nû de bi cih bîne.”   ‘NENAVENDÎBÛN PARÇEBÛN NÎNE’   Bi domdarî Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya xebatên siyasî ya bi beşdarbûna hemû aliyan û di bin çavdêriya hêzên navdewletî de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne wiha be edaleta siyasî pêk nayê û şer bi dawî nabe. Em qebûl nakin vegerin dema sîstema Baasê. Nabe ew xwe bi navendîbûn û zordestiyê bigirin. Avakirina Sûriyeya nû, tenê bi qebûlkirina nasnameya hemû pêkhateyan çêdibe. Divê kongreyeke niştimanî bi beşdarbûna hemû aliyan were lidarxistin. Lihevkirineke siyasî di bin banê destûrê de dê pêşeroja hevbeş a hemû gelê Sûriyeyê biparêze.”   BERSIVA ÎDIAYÊN PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ   Îlham Ehmedê, îdiayên têkildarî Rêveberiya Xweser ku dibêjin "dixwaze Sûriyeyê parçe bike" jî red kir û anî ziman ku nenavendîbûna Sûriyeyê armanca wan e ku ji hemû rengên Sûriyeyê re pêwîst e. Îlham Ehmedê, got: "Ev di heman demê de beşdariya jinan misoger dike. Em ê tu carî ji van daxwazên xwe gavan paş de neavêjin."   Îlham Ehmed, ji bo xalên bi Hikûmeta Demkî re lihev kiribûn jî wiha got: "Heta niha komîteya vegera koçberan civînek tenê jî li dar nexistiye. Tevî Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara sozan dide jî, komîte hîn neciviyaye. Ev sekn, xeta pêvajoya veguhêz asteng dike. Ji lewma li ser pêvajoya veguhêz bi giştî metirsî ye. Ev zêdetir metirsiyan çêdike, welat ber bi şerê navxweyî ve biçe.”